Li Stenbolê 6 kes hatin girtin 2024-09-14 10:43:34   STENBOL - Di serdagirtinên 10’ê îlonê yên li navçeyên cuda ên Stenbolê hatine kirin de 10 kes hatibûn binçavkirin. Ji 10 kesan 6’ê wan hatin girtin.    Di serdagirtinên 10’ê îlonê yên polîsan de ji navçeyên cuda ên Stenbolê 10 kes hatin binçavkirin. 10 kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatine binçavkirin duh sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî karûbarên îfadeyê yên 10 kesan, 6 kes bi daxwaza girtinê sewqî dozgeriyê hatin kirin. 4 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Tevî Mazlûm Korkmaz ê piştî 10 salên ragirtî, nû hatibû berdan, 6 kes ji hêla Dadgeriya Sûlh Cezayê ya Nobedar bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.