Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn 2024-09-14 15:35:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê li Efrînê 3 welatî revandin. Her wiha çeteyên El Emşatê jî li Efrînê sedan dar birîn.   Li gorî nûçeya ANHA’yê Li li Efrînê Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê li Efrînê welatiyên bi navên Mewlûde Mihemed Reşo (58) û hevjînê wê Mihemed Reşîd Reşo (60) li Cindirêsê, Mihemed Elî Ebdo Xelîl (40) ê ji gundê Kefersefrê revandin.   Hat diyarkirin ku çeteyan kesên revandine ber bi cihekî nediyar ve birine û ji malbatên wan fîdye xwestine. Hat gotin ku çeteya El Emşat a girêdayî Tirkiyeyê bi fermana îstîxbarata Tirkiyeyê li gundê Kaxirê yê bajarê Mabetayê dar birîn û daran li sûkên Efrînê firotin.