Berxwedana Xelfetiyê di roja 12’an de didome 2024-11-15 12:47:29   RIHA - Nobeta berxwedanê ya li dijî tayînkirina qeyûman li navçeya Xelfetiyê hatiye destpêkirin di roja 12’an de berdewam dike.    Berxwedana li Xelfetiyê li dijî qeyûm hatiye destpêkirin di roja 12’emîn de berdewam dike. Xelkê navçeyê di saetên serê sibehê yên zû de hatin pêşiya şaredariyê. Li qada nobetê pankarta “Ne qeyûm, demokrasî” hate daliqandin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan jî di nav de gelek kesan di nobetê de cih girtin.    Her wiha rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Curnê Reş, Eyyubiye û Karakopruyê jî ji bo piştevaniyê tev li çalakiyê bûn. Nobeta berxwedanê ya li pêşiya şaredariya dorpêçkirî didome.