Kampanyaya li dijî qeyûman: 376 kes û saziyan piştgirî dan 2024-11-17 16:48:36 STENBOL - Di kampanyaya “Îradeya gel nas bikin, bila serokên hilbijartî li peywira xwe vegerin” a Meclisa Kedê ya HDK’ê daye destpêkirin didome. Heta niha 376 sazî, dezgeh û kesayetan piştgirî dane.  Meclisa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li dijî tayînkirina qeyûman kampanyaya “Îradeya gel nas bikin, bila serokên hilbijartî li peywira xwe vegerin” da destpêkirin. HDK’ê têkildarî kampanyayê li Hill Otelê daxuyanî da. Rêxistinên kedê, sendîka û partiyên siyasî tev li bûn.    Di daxuyaniyê de pankarta  “Îradeya gel nas bikin, bila serokên hilbijartî li peywira xwe vegerin” hate dliqandin. Daxuyanî ji hêla Berpirsyarê Rêxistinkirinê yê Sendîkaya Karkerên Înşaetê (Înşaat-Îş) Denîz Gîder xwend. Gîder, anî ziman ku sepana qeyûm, sepaneke dij-demokratîk e û ev tişt anî ziman: “Qeyûm, krîzên siyasî û civakî kûrtir dike. Bêyî bingeheke hiqûqî û li ser îdiayan mudaxileyî îradeya gel tê kirin. Ev yek sepaneke derbeyê ya rejîmên ne demokratîk e. Mafê bijartin û hilbijartinê vala derdixîne, li gel krîza aborî, rê li ber krîzên civakî jî vedike. Weke rêxistinên kedê, nûner û dilxwazan, dixwazin ev sepan were bidawîkirin, kesên hatin hilbijartin dîsa li peywira xwe vegerin û şaredarî dîsa radestî gel bên kirin.”    Saziyên çandî, aborî, rêxistinên civaka sivîl, ked û pîşeyî, aktîvîst û parastvanên mafên mirovan, rewşenbîr, nivîskar û akademîsyen jî di nav de bi giştî heta niha 376 kesan kampanya îmze kirine.