Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin 2024-12-12 09:59:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Departmana Navneteweyî ya CTA Autónomayê Julián Aguirre diyar kir ku hedefa wan ew e ku mitîngeke azadiya Abdullah Ocalan armanc dike li Arjantînê li dar bixin.   Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, li seranserî cîhanê kampanya hatibû destpêkirin û çalakiyên di çarçoveya kampanyayê de didomin. Yek ji welatên kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” lê tê domandin jî Arjantîn e. Julián Aguirre ku li Departmana Navneteweyî ya CTA Autónomayê weke dîrektor û koordînator dixebite û li paytexta welêt Buenos Airesê kampanyayê didomîne, têkildarî kampanyayê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    'HEWL DIDIN FIKREKÎ BITEPISÎNIN’   Julián Aguirre, diyar kir ku ew têkoşîna azadiyê ya kurdan weke têkoşîna xwe dibîne û ev tişt anî ziman: “Dema em li rewşa girtî ya Abdullah Ocalan ku demekî dirêje didome dinêrin; dibînin ku ne tenê kesekî lê fikrekî ditepisînin. Ocalan ne tenê şervaneke lê di heman demê de zanyarek e. Ji bo sentezkirina hewldaneke kolektîf, afirînerî û zîhniyeteke mezin raber kir.”    Julián Aguirre, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li bedela tevgera kurd daye dinihêrin. Ne tenê pêşengên wan, em kirinên wan kesên li eywanan jî pîroz dikin. Lewma jî azadiya Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo her kesên ji pêşerojeke baştir bibînin dê bibe serkeftineke mezin.”    HEDEFA MITÎNGÊ   Julián Aguirre, anî ziman ku îktîdara Tirkiyeyê hewl dide pirsgirêka kurd li gorî şertên xwe çareser bike û wiha derbirî: “Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan û ya Îsraîlê ya li dijî Filistînê heman e. Kampanyaya ji bo çareserî û azadiyê, tenê dema Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bû dikare bes were dîtin. Bi rêya kampanyayê em hewl didin piştevaniyê pêş bixin. Em hewl didin bi kesayet û saziyên cuda re pêwendiyan deynin. Em hewl didin heta dawiya salê xwe bigihînin gelek rêxistinên mafên mirovan, akademîsyen, tevgerê civakî û rêxistinên hiqûqî. Em hewl didin mitîngeke ku daxwaza azadiya Ocalan esas digire li dar bixin.”    ‘ÇARESERÎ PÊWÎST E’    Julián Aguirre, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo edalet, azadî, demokrasî û mafê wekheviyê yê kurdan, li gorî me çareserî şert e. Vê yekê eleqeya xwe ne tenê bi rûmeta mirovan re lê bi aştiyê re jî heye. Pêkhatina vê ya di demekî nêz de dê ji bo hemû gelên cîhanê bibe serkeftineke mezin. Dibe ku em li heman erdnîgariyê nejîn û bi heman zimanî neaxivin lê belê em dizanin ka mirov li ser xaka xwe weke biyaniyekî bijî tiştekî çawa ye. Lewma jî ji bo me tiştekî xwezayî ye ku piştevaniyê bidin doza kurdan.”    MA / Hîvda Çelebî