Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul hate girtin 2025-04-16 16:10:09   STENBOL - Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul ku di çarçoveya lêpirsîna “di îhaleyê de hîle kiriye” hatibû binçavkirin, hate girtin.    Şaredarê Beykoza Stenbolê Alaattîn Koseler û 12 kesên din di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Beykozê ya bi îdiayên “Di îhaleyê de hîle kirine” û “ji bo sûc bikin rêxistin ava kirine, endamtiya rêxistinê û alîkarî daye rêxistinê” de hatibûn girtin. Lêpirsîna hatiye destpêkirin didome. Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul jî duh di çarçoveya lêpirsînê de hate binçavkirin û piştî karûbarên li Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Darayî ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê sewqî Edliyeya Beykozê hate kirin.    Fîdan Gul, piştî îfadeya dozgeriyê bi îdiaya “di îhaleyê de hîle kiriye” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar hate kirin. Dadgehê jî bi heman tawanbariyê biryara girtinê da.