Zarokê 14 salî bi guleya çekê jiyana xwe ji dest da 2025-08-24 11:22:05   QERS - Zarokê 14 salî Serdal P., dema li Qaxizmanê pez diçêrand, bi guleya çekê jiyana xwe ji dest da.    Zarokê bi navê Serdal P. (14) ku li devera Demîrkapiyê ya li gundê Peyale yê navçeya Qaxizman a Qersê pez diçêrand, bi guleya çekê jiyana xwe ji dest da. Li gorî îdiayan, dema Serdal P., bi çeka nêçîrê dilîst gule teqiya û jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê zarokî ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qaxizmanê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.