Ji bo HDP’ê bang li Hikûmeta Îngilistanê kir 2020-06-13 17:08:01 ENQERE – Înîsiyatîfa Piştevaniya Kurdistanê, bang li Hikûmeta Îngilistanê kir ku bi awayekî lezgîn ji ber êrîşên wê yên li dijî demokrasiyê Hikûmeta Tirkiyeyê şermezar bike û heta ku girtiyên siyasî bên berdan hemû têkiliyên xwe pê re bibire. Înîsiyatîfa Piştevaniya Kurdistanê ya li Îngilistanê, ji bo xistina parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û zextên li ser HDP’ê daxuyaniyek da. Înîsiyatîfê, diyar kir ku li Tirkiyeyê demokrasî li ber kendal e û wiha got: “Şeva pênçşemê, ji bo darbeya li dijî demokrasiyê û operasyonên girkirina siyasî yên li dijî kurdan, di dîrokê de weke derasbûneke bilindbûnê cihê xwe girt. Xistina parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari ya bi sûcdariya terorê, ji bo Tirkiyeyê bû çilkek û nîşaneya derbasbûna dîktatoriyê.”   ‘HELWEST HDP’Ê WEKE GEF TÊ DÎTIN’    Di berdewama daxuyaniya xwe de Înîsiyatîfê, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê HDP ji bo sendîkavanan, sosyalîstan, hawirdorparêz, aktîvîstên mafên jinan, kurd, çerkez, elewî, ermenî û tirkan bûye gaveke rasteqîn a gelhevanînê ya ji bo demokrasiyê û ev tişt got: “Lê ev helwesta berfireh ji aliyê hikûmeta totalîter a Erdogan ve ji bo pêşeroja xwe weke gef û talûke tê dîtin. Di sala 2015’an de bi tekêtina yekemîn a HDP’ê ya parlamentoyê re AKP’a Erdogan serweriya xwe winda kir. Niha hevserokên wê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdağ jî di nav de ji 15 hezaran zêdetir hilbijêr, endam, rêveber, hevşaredar û parlamenterên HDP’ê girtî ne.”   ÎNGILISTAN ROLA NIFTÊ DILÎZE   Înîsiyatîfê, bi bîr xist ku bi nîqaşên hilbijartina pêşwext re operasyonên polisan ên li ser HDP’ê zêde bûne û derbarê zextên li ser HDP’ê ev agahî dan: “Ji 65 şaredariyên HDP’ê 45 jê qeyûm tayînî wan hatine kirin û hevşaredarên wan hatine girtin. 6 hevşaredar jî bi hinceta ku KHK’î bûn mazbatayên wan nedan wan. Li gorî agahiyên li ber destê me niha 21 hevşaredarên HDP’ê girtî ne. Îngilistan, bi piştgiriya leşkerî û polîtîk, li Tirkiyeyê di meşrûkirina êrîşên li dijî demokrasiyê de rola niftê dilîze. Berxwedan jiyan e. Em bi HDP’a ku li Tirkiyeyê têkoşîna azadî û demokrasiyê dide re di nav piştevaniyê de ne.”   BANGA LI ÎNGILISTANÊ   Înisîyatîfê, di berdewam daxuyaniyê de ev daxwaz rêz kirin:   “* Dawî li têkiliyên xwe yên asayîkirina bi Tirkiyeyê re bînin.   * Firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bi dawî bikin.   * Zexta siyasî ya Erdogan û girtinên bi girseyî yên muxalîfan bi awayekî tund şermezar bikin.   * Em ji Hikûmeta Îngilisanê daxwaz dikin ku êrîşên li dijî demokrasiyê yên Hikûmeta Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke lezgîn şermezar bike û heta berdana hemû girtiyên siyasî hemû têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bibire.   * Em daxwaz dikin ku Partiya Karkeran (Labour) bi awayekî lezgîn peyamake piştevaniyê ji partiya xwişk û bira HDP’ê biweşîne û ji bo vê yekê zextê li hikûmetê bike.”