Demîrtaş bi wêneyê dimeşe banga 'meşa demokrasiyê' kir 2020-06-14 13:33:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo meşa partiya xwe got: "Ev meş banga ku 82 milyon dest bide destê hev e. Dibe ku hûn ne HDP'yî bin lê piştgiriya aştî û biratiyê bikin."    Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî meşa HDP'ê ya dê sibê ji Colemêrg û Edîrneyê dest pê bike û li Enqereyê bi dawî bibe twît belav kirin.    Demîrtaş li gel daxuyaniyê wêneyek xwe û Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan ku li hepsê volta diavêjin belav kir.    Twîtên Demîrtaş belav kir wiha ne:   "Silav ji her kesî re. HDP ji Edîrne û Colemergê ji bo baweriya demokrasî û aştiyê ber bi Enqereyê ve derdikeve rê.    Em di pêvajoyek zehmet û tengezar de ne. Lê belê hemû zehmetî û astengî heke 82 milyon dest bidin destê hev wê were rakirin. Ev çalakiya HDP'ê banga li 82 milyonan e dest bidin destê hev e. Divê tu kes vê çalakiyê neke amûra dubendî û rageşiyê. Ji bo meşê ricayek min taybet ji her kesî heye. Dibe ku hûn ne HDP'yî bin lê ji bo aştî û biratiyê ji kerema xwe piştgirî û duayên xwe ji bo hevalên dê derkevin rê kêm nekin.    Em ji bîr nekin, wê HDP'ê ji bo hemû Tirkiyê li ser rêyan be. Em qet rê nedin tu provokatorê ku dixwaze tevdanê û rageşiyê derbixe. Ez wisa bawerim wê ev meş di nava aramiyê de dest pê bike û di nava aramiyê de bi dawî bibe. Rêya hemû hevalan vekirî be. Pêşiya Tirkiyê vekirî be. Rêya aştiyê vekirî be. Ji Edîrneyê heta Colemêrgê ez hemû xwişk û birayên xwe bi dil û can silav dikim."