HDP: Meclîsa rastênhev li ser kar e 2017-12-27 16:19:56 ENQERE - Piştî 2 KHK'yên dawî hatin îlankirin, hevserokên bajaran ên HDP'ê li hev kom bûn û helwesta xwe diyar kirin. HDP'ê encama civîna xwe bi 7 sernavan bi raya giştî re aşkere kir. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Meclîsa rastênkhev li ser kar in.  Hevserokên HDP'ê yên bajaran piştî 2 Biryarên Di Hikmê Qanûnê de (KHK) yên hêjmar 695 û 696'an hatin îlankirin di 26'ê Kanûnê de bi awayekî awarte civîn pêk anîn. Piştî civîna HDP'ê û Lijneya Rêveberiya Navendî, HDP'ê encama civînê bi 7 xalan bi nivîskî bi raya gişTî re parve kir.    Di daxuyaniya ku hat diyar kirin ku Meclîsa Rastênhev li ser kar in de wiha hat gotin:    “1. Tirkiye êdî xalên 7 û 121’an ên Qanûna Bingehîn raste rast hatiye binpêkirin. Meclîs hatiye betal kirin û Tirkiye êdî bi KHK’yan tê rêvebirin. Bi taybetî piştî meclîs ket betlanê, bi biryarên KHK'ê yên hêjmar 695 û 696'an dîsa aşkere hatiye ditin ku li gel koma Partiya me meclîs bangî civîna lezgîn kiriye jî dîsa ev bang li ber çavan nehatiye girtin. Helwesta Serokê Meclîsê nîşan dide ku piştgiriyê dide meclisa paralel (Rastênhev)    2. Di sererastkirina karkerên taşeron a bi KHK’ê pir aşkere hat dîtin ku KHK derxistine dervê armanca OHAL'ê. Ev yek nîşeta Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan û îktîdara AKP'ê aşkere nişan dide. Ev rewakirina krîza demokratik nişan dide. AKP bi bêhiqûqê tu hiqûqê nas nake.    3. Xalên KHK'ê bi bêcezakirina êrîşên li dijî sivîlan ên ji aliyê koman ve bêtir rê li pêş êrîşên talûketir vedike. Ev xala KHK'ê ji ber vê yekê fikaran gelek zêde dike.    4. Xuya dibe ku îktîdar ji bilî hewldanên leşkerî û polîsan, li ser navê têkoşîna bi DAIŞ'ê re xwe bi tarza komikan bi rêxistin dike û qada îstîhdama sivîlên çekdar ava dike. Bi vê yekê armanc dike ku li şûna taşeronan çeteyên sivîl bike kadro û di bin zirxê dewletê de biparêze Ev yek nayê qebûlkirin.    5. Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin. Hemû kesên li dijî vê yekê bertekên xwe nîşan didin bi awayekî biryar li dijî vê yekê derkevin.    6. Biryara cilên yek tîp, li dijî rêgezên gerdûnî û mafên mirovan ên bingehîn in. Li dijî mafê azadî û rêgezên hiqûqê yên gerdûnî ne. Li dijî peymana DMME'ê ye. Helwesta rêxistinên navneteweyî jî pir aşkere ye. Şibandina girtîgeha Guantanamo jî nayê qebûlkirin. Serokê Giştî yê AKP'ê bi cilên yek tîp dixwaze Tirkiye bike yek tîp. Ev yek dê darbeyek giran li pêşeroja welat bixe. Dê kesên girtî wekî dijmin bide nîşan û li gorî wê muamele pêre bê kirin. Ev hewldan sûcê mirovahiyê ye. Îktîdar di milê hiqûqê de dixwaze tolê hilîne. Ev yek dê bêtir zerarê bide welat.    7. Di vî milê de girtiyên li girtîgehan dê heta dawî mafê xwe biparêzin. Em carek din aşkere dikin ku girtî gavan paşve navêjin. Em bang li rêxistinên sivîl û hemû parazvanên mafên mirovan dikin ku li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Em bang li hemû kesan dikin ku têkoşina demokrasiyê bilind bikin"