Şandeya Rûsyayê serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kir 2020-06-14 15:23:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Rûsyayê, wê derberê pêşketinên li Îdlîp û Lîbyayê de bihat Tirkiyeyê, lê şandeyê serdana xwe betal kir.    Şandeyek ji Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu, meqamên leşkeri û ewlekariyê yên Rûsyayê pêk tê, wê îro derberê rojev û pêşketinên li Îdlib û Libyayê de bihata Tirkiyeyê. Lê şandeyê serdana xwe betal kir.    Piştî hevdîtina telefonê ya di navbera Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû û Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de, hat ragihandin ku serdan hatiye betalkirin. Derbarê betalkirina serdanê de tu daxuyaniyek fermî nehat kirin.