'Em ê herdem aştî, demokrasî û azadiyê bixwazin' 2020-06-17 16:11:44 STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di çarçoveya "Meşa Demokrasiyê" de Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê (DÎB) ziyaret kir. Buldan, diyar kir ku ew ji kevneşopiya berxwedanê hatine û ew di vê berxwedanê de mirine, hatine kuştin, hatine girtin û îşkence li wan hatiye kirin û wiha got: "Em ê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe ya ji bo aştî, demokrasî û azadiyê heta dawî biparêzin. Em tu carî dest ji daxwazên xwe yên demokrasî û azadiyê bernadin."  Meşa HDP'ê ya milê Colemêrg û Edîrneyê didome. Heyeta HDP'ê ya Colemêrgê derbasî Bêdlisê bû. Heyeta Edîrneyê jî li Stenbolê ger û ziyareta xwe berdewam dike. Meş bi dirûşmeya "Li dijî darbeyan meşa demokratîk" didome. HDP, li bajaran rêxistin, partî û komeleyên sivîl û demokratîk ziyaret dikin û niqaşan dimeşînin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan ku di nava heyeta HDP'ê ya Edîrneyê de ye, li Stenbolê tev li ziyaretan bû. Ewil partiya EMEP'ê ziyaret kirin û piştre re Koordînasyona Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê (DİB) ziyaret kir. Buldan û heyeta pêre, Koordînasyona DÎP'ê li avahiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Beyoglu ziyaret kir. Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu, û endamên Lijneya Kordînasyona DÎB'ê heyet pêşwazî kirin.    Beriya ziyaretê Pervin Buldan, diyar kir ku herî her tiştî pêdiviya Tirkiyeyê bi aştî, demokrasî û edaletê heye û wiha got: “Li welatê me di serî de li dijî HDP'ê, li dijî Kurd, Ermenî, Elewî Sûryanî û hemû hêzên muxalif êrişek heye. Ji ber êrîş zêde dibin me wekî HDP'ê dest bi meşê kir. Ev meşa demokrasiyê ji bo kesên mafê wan tê binpêkirin û mextûr tê kirin dest pê kiriye. Di demên dawî de êrîşên li dijî partiya me zêdetir bûye. Îro bi hezaran siyasetmedar, parazvanên mafên mirovan û bi hezaran kesên aştî, demokrasî û mafên mirovan dixwazin girtî ne. Bi taybetî zagona înfazê mînak e. Me bi vê zagonê dît ku cudakarî tê kirin. Kesên li dijî civakê sûc kirin hatin berdan. Yên nûnerên gel in jî nehatin berdan û terkî mirinê hatin kirin. Di pêvajoya şewbê de qeyûm tayînî 8 şaredariyên me kirin. Dixwazin bi van girtinan xebatên me asteng bike û bihilîne. Em cara ewil rastî van êrîşan nayên. Tecrûbeyên me yên têkoşînê hene. Em di vê tekoşînê de hatin kuştin, hatin girtin û îşkencekirin. Di vê serdemê de nûnerên Kurdan Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş Gulten Kışanak û Sabahat Tuncel girtî ne.  Em wekî HDP ji bo balê bikişînin ser van neheqî û binpêkirinan em dimeşin. Em li dijî van êrîşan tu carî dest ji daxwazên aştî, demokrasî û azadiyê bernadin."    DÎB: EM Ê BI HDP'Ê RE BIMEŞIN   Endamê Lijneya Koordînasyona DÎB'ê Ayşegul Devecîoglu jî anî ziman ku têkoşîna ji bo parastina aştî, demokrasî û azadiya civakê pir girîng e û wiha got: "Di vê pêvajoya ku nirxên demokratîk û azadiyê tune dihesibînin ev têkoşîn gelek girîng e. Em li gel HDP'ê têdikoşin. Ev meş mafekî herî demokratîk û zagonî ye. Em ê meş û têkoşîna xwe ya bi HDP'ê re berdewam bikin."