Wê fatûreya mudaxilekirina Lîbyayê li Idlîbê bê birîn 2020-06-18 09:08:27 STENBOL – Rojnamevan Mehmet Alî Çelebî ku qewimîn û geşedanên li Lîbya û Idlîbê nirxandin, anî ziman ku Rûsyaya ku li Lîbyayê ji bo berdewamiya têkiliyên xwe mudaxileyên Tirkiyeyê nake, wê li Idlîbê fatûreya wê hazir bike û got, DYA jî pêngavên xwe yên li dijî Rûsyayê di ser Tirkiyeyê re dike.  Piştî ku Tirkiyeyê li dijî Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê piştgirî da Hikûmeta Mûtabaqatê ya Neteweyî, şerê ku ji sala 2011'an ve didome girantir kir.    Rojnamevan Mehmet Alî Çelebî qewimîn û geşedanên li Lîbyayê nirxandin. Çelebî, destnîşan kir ku piştî ku Rûsyayê leza xwe ya li wir zêde kir, DYA'yê jî berê xwe da Tirkiyeyê, niquçan didê û got: "Hilbijartina Mijdara 2020'an a serokatiya DYA'yê nêz dibe. DYA, di reqabeta xwe ya hegemonyayê de li ber Rûsyayê qadine mezin winda kiribûn. Îjar niha dixwaze wan deverên ji dest derketine di ser Tirkiyeyê re hel bike."    Çelebî, îhtimalên çareserkirinê çi bi muzakereyê çi jî bi rêyên eskerî yên di navbera her du aliyan de jî şîrove kirin û got, niha di navbera her du aliyan de ne muzakere ne jî serketineke eskerî dixuyê. Çelebî, got: "Niha lehiyek ji êgir heye. Hêzên di vê lehiyê de peymanine tekûz nekiribin, wê bên virvirandin. Ji xwe bawer nakim lihevkirineke bi vî rengî çêbibe."    QANÛNA SEZAR    Çelebî ji bo Qanûna Sezar ku DYA'yê xistibû meriyetê jî got: "Ev yek hem Rûsyayê hem jî Îranê eleqedar dike. Ji niha ve pereyê Sûriyeyê pir bêqîmet bûye. Wê ev yek bandorê li Rûsyayê jî bike. Loma wê ev hêz hewl bidin hem li Idlîbê hem jî li Lîbyayê tiştekî bi dest bixin. Rageşî ji niha û pê ve ye."    ŞER, RAGEŞÎ Û BERBELAVBÛN    Çelebî, ji bo hevdîtina Erdogan-Trûmp ku bi telefonê kirin jî û destnîşan kir ku li ser nexşeyê nîşandana qadên petrolê, berdewamiya operasyonên li Sirtê û Cûfrayê, gotina wê Hefter ji dewrê bê derxistin, gotina Wezîrê Enerjiyê ku got wê di nêz de li Lîbyayê dest bi sondajên petrolê bê kirin hwd. hemû nîşan didin ku Tirkiye di warê aborî de pir tengijiye û dixwaze li herêmên cuda bi şer û rageşiyê ji xwe re derînî aboriyê vebike.    PLANA DYA'YÊ    Çelebî, anî ziman ku DYA ji bo Rûsyayê bitengijîne Tirkiyeyê bi kar tîne û got, di vê pêvajoyê de DYA wê piraniya pêngavên xwe di ser hêzên herêmî re bike û got: "Li Lîbyayê jî wê di ser Tirkiyeyê re bike. Armanceke din a Trûmp jî ew e ku Enqere dev ji S-400'an berde. Loma heya jê tê hewl dide Tirkiyeyê ji Rûsyyê dûr bixe. Wê niquçan bide Tirkiyeyê, dê wê li Rûsyayê sor bike û bike ku li dijî Rûsyayê daxuyaniyên agresîf bide."   ‘WÊ HESABÊ LÎBYAYÊ LI IDLÎBÊ BÊ DÎTIN'    Çelebî, destnîşan kir ku wê Rûsya jî fatûreya mudaxileyea Tirkiyeyê ya li Lîbyayê li Idlîbê bibire û got: "Dibe ku li qadê hin hevkêşeyên din çêbibin. Rûsyayê HTŞ'yê terorîst îlan kiriye. Ev ji bo Tirkiyeyê peyamek bû. Dû re em bûn şahidên êrîşên hewayî yên Rûsyayê. Wisa xuya dike wê Rûsya êrîşên xwe yên hewayî bidomîne. Komên din jî bi hev ketine. Dibe ku HTŞ û hin komên din aliyên xwe biguherînin, dibe hin komên di nav de jê veqetin û dibe ku rageşiya di nav hin koman de gurtir bibe. Komên selefî car carina êrîşê dibin ser Tirkiyeyê. Dibe ku êrîşên bi vî rengî bidomin. Heger komên li wir fêm bikin ku Tirkiiye Idlîb firotiye û berê xwe daye Lîbyayê, dibe ku berê xwe bidin Tirkiyeyê. Plana niha wisa dixuyê bi paqijkirina başûrê rêya M4'an wê hepsî sînorên Hatayê bibin. Heger be rbi wir ve bên şandin dibe ku berê namlûya xwe bidin Tirkiyeyê û ev yek jî dibe ku li Rojhilata Navîn bibe sedema hin hevsengiyên nû."    Çelebî, bal kişand ser betalkirina serdana Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Şoygû ya Tirkiyeyê ku dê di 14'ê Hezîranê de pêk bihata û got: "Nexwe hem li Idlîbê hem jî li Lîbyayê rewşa hin tiştan nebaş e."    Çelebî, destnîşan kir ku Pûtîn ji bo berdewamiya têkiliyên xwe ji bo pêngavên Tirkiyeyê yên li Lîbyayê xwe li nedîtinê danî û got: "Lê çi dibe bila bibe Pûtîn dixwaze Tirkiyeyê ji Idlîbê derxîne. Ji bo pêngavên Tirkiyeyê yên li Lîbyayê deng ji xwe neanîn. Dibe ku di nêz de ji bo Tirkiye ji Idlîbê bê derxistin hin liv û tevger çêbibin. Lê ev nayê wateya ku dê têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Rûsyayê re biqedin. Çimkî vê carê li Lîbyayê qenalek hat vekirin. Vê carê wê têkiliyên xwe di ser Lîbyayê re pêş ve bibin. Yanî dosyeyek tê girtin yeke din vedibe. Loma Pûtîn ji bo liv û tevgerên Tirkiyeyê yên li Lîbyayê xwe li nedîtinê datîne."    MA / Îdrîs Sayilgan