Çîftyurek: Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkûkê pêk bînin 2020-06-18 09:10:24 AMED - Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çiftyurek êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê hatin kirin nirxand û got: “Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkukê pêk bînin. Pêwîste gelê kurd vê yekê baş bizanibe û yekitiya xwe pêk bîne.” Tirkiyê di 14’ê Hezîranê de bi balafirên şer li dijî Şengal, Kampa Mexmûr û Qendîlê êrişên asmanî pêk anîn. Li Şengalê sivîl birîndar bûbûn. Tirkiye êrişên asmanî didomîne û gelek deverên Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran dike. Ji ber van operasyon û bombeberanan xelkê herêmê bêzar bûye û êriş xesarê didin jiyan, gund û warê wan. Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek derbarê êrişên li dijî Qempa Mexmûr, Şengal û Qendîlê de hatin kirin de ji ajansa me re axivî.    ‘DIXWAZIN TÊKILIYÊN BAŞÛR Û ROJAVA BIBIRIN’   Çîftyurek êrişên li Qempa Mexmûr, Şengal û Qendîlê hatin kirin şermezar kir û got: “Dewleta Tirkiyeyê ji sala 1985’an û vir ve tevgerên leşkerî pêk tîne, dikete Başûr û derdiket. Lê ev 4-5 sal in li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi awayekî mayin de cih digire. Ev ne operasyon in. Dewleta Tirkiyê dixwaze ji Qendîl heta Hatayê cih bigire û nêzî bi firehiya 40 kîlometre heremeke 'ewlehî' ava bike. Dixwaze vê yekê bi Amerîka û Rûsyayê re pêk bîne. Armanca van êrişan ewe ku têkiliyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê bibirin."    'TIRKIYE JI YEKITIYA KURDAN ACIZ E'   Çîftyurek bal kişand ser têkiliyên Rojava û Başûrê Kurdistanê û got: “Di yekrêziya kurdî de û di aliyên siyasî de Başûr û Rojava nêzîkî hev bûne û li Rojava di navbera PYNK û ENKS'ê de peymana yekrêziyê hat ragihandin, Tirkiye jî ji vê aciz dibe.” Çîftyurek diyar kir ku Tirkiye û Îran îdia dike ku yekparetiya axa Iraq û Sûriyê bi awayek fermî diparêz e û wiha got: “Lê her du dewlet jî stratejiya xwe li ser perçebûna Iraq û Sûriyê dimeşînin. Tirkiye dixwaze li Başûr û Rojavayê Kurdistanê 35 kîlometreyan sînore xwe daxe jêr. Lê ev ne çare ye. Bila statûya Başûr û Rojavayê Kurdistanê nas bikin. Wê demê kurd û tirk dikarin projeyekê li Rojhilata Navîn deynin ber xwe. Bi rakirina destkeftiyên kurdan û binpêkirina hemû mafên kurdan siyaset nayê birêvebirin."    ‘ROJ ROJA RAKIRINA NAKOKIYAN E'   Çîftyurek da zanîn ku Îranê jî li dijî Qendîlê li sînorê Rojhilatê Kurdistanê bi Tirkiyê re êrişên topbaranê pêk tîne û wiha domand: "Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkukê pêk bînin. Gereke gelê kurd vê yekê baş bizanibe. Di 16’ê Cotmeha 2017’an de bi plansaziya Îranê û bi piştevaniya Tirkiye, Sûriye û Iraqê Kerkuk ji destê kurdan hat derxistin. Niha jî Îran û Tirkiye bi hevre dimeşin. Lazime hemû partî û rêxistinên kurdan vê yekê bidin berçavan û li gor wê tevbigerin. Îhtîmal heye ku hevkariya dewletên dagirker di pêşerojê de bi plansaziyeke nû êriş bikin. Lazime nêzîkatiyên kurdan ji bo hev xurttir bibin. Gavên baş tên avêtin hewceye av gav xurttir bibin. Ev roj ew roje ku em nakokiyan ji nava xwe xelas bikin û bi yekrêziyê tevbigerin."    ‘DIVÊ ZIMANÊ YEKÎTIYÊ BIAXIVE'    Çîftyurek anî ziman ku li dijî êrişan zimanê medya kurd baş e û got: "Pêwîste zimanê medya me zimanê yekitiyê be û zimanek ku nakokiyên ji holê rabike be. Divê zimanê medya kurd ji bo yekîtiyê avaker be. Gereke siyaseta kurd jî li dijî van êrişan li her derê nerazîbûna xwe nîşan bidin û li dij derkevin. Divê em li Bakur gav bi gav tifaqa neteweyî pêş ve bibin û destkeftiyên xwe biparêz in."    BANG LI NY Û YE KIR    Çîftyurek bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku li dijî van êrişan rabin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê kurd gelekî mazlûm e, mafê xwe dixwaze û dijminatiyê bi kesê re nake. Ji Tirkiyê, Îranê, Iraqê û Sûriyê re dibêje ez netewek im, mafê xwe dixwazim, dixwazim li ser erdnîgariya xwe azad bijîm. Ji ber wê banga me ji Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê re heye ku li dijî van erîşan dengê xwe derxin. Gereke gelê me jî li dijî van êrişan derkeve."    MA / Fahrettîn Kiliç - Ergîn Çaglar