Serokatiya Meclisê peyva Dersimê ‘giran’ dît 2020-06-18 09:52:03 ENQERE – Serokatiya Meclisê, gotinên ‘Dersim’ û ‘Komkujiya Dersimê’ ku di pêşniyazlêkolîna Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş de girtibûn, ‘qebe û giran’ dît.    Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji bo derketina holê ya sedem û encamên Komkujiya Dersimê, pêşniyazlêkolînekê dabû Serokatiya Meclisê. Di bersivdayîna Serokatiya Meclisê de gotinên ‘Dersim’ û ‘Komkujiya Dersimê’ weke ‘qebe û giran’ hatin dîtin.