HDP: Gelê Mîdyadê dê bersîvê bide îstîfayan 2020-06-20 09:56:03   MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê têkildarî îstîfaya 3 endamên meclîsa Şaredariya Midyatê yên tu derbasî AKP’ê bûn, diyar kir ku dê gel bersîva wan bide wan.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Mêrdînê (HDP), têkildarî 3 endamên meclîsa Şaredariya Mîdyatê yên ku ji HDP'ê îstîfa kirin û derbasî AKP'ê bûn daxuyanî da. Endamên Meclîsa Şaredariya Mîdyatê Havva Balci Akgul, Bedîî Algaç û Adnan Agirman ên ku di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de di lîsteya HDP'ê de hatibûn hilbijartin çend roj berê îstîfa kirin û derbasî AKP'ê bûn. HDP'ê daxuyanî da û diyar kir ku dê bersîva herî baş gel bide wan. HDP'ê anî ziman ku 3 kes bi armanc û feraseta rantê nêzîk bûne û gel dê bersîva vê yekê bide wan. HDP'ê anî ziman ku dê li gel endamên meeclîsa xwe xebat û têkoşîna xwe ya demokratîk berdewam bikin."