DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê 2020-06-20 11:00:17   AMED - DBP'ê têkildarî "Meşa Demokrasiyê" ya HDP'ê daxuyaniyek belav kir û got meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derbarê "Meşa Demokrasiyê" li HDP'ê ku ji Colemêrgê û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve dabû destpêkirin û îro li Enqereyê bi dawî bibe daxuyaniyek nivîskî belav kir. DBP jî wek pêkhateya HDP'ê di her du baskên meşê de cihê xwe girtibû.    Daxuyaniya DBP'ê wiha ye:   "Meşa me ya li hember desthilatdaran a ku berî 18 salan dema hatibûn ser kar bi vegotinên ku dê li hember dizî, xizanî û qedexeyan bin, lê nîha dizî, xizanî û qedexeyan ji bo xwe rewa dîtin û rejîma yekkesanî jî bo xwe saz kirin û rêveberîya vî  welatî tenê kirin bin destê xwe, îro wê derbasî merheleyek din bibe. Armanca  me ya " li hember derbeyan meşa me ya  demokrasiyê"  a ku ev hefteyek e dom dike,  li hember faşîzmê ya ku dixwaze li  hemû welatî belav bibe, dixwaze hemû rêyên siyasetê bigre, aşitiyê asteng bike, azadî û mafan binpê bike de nûvekîrîna siyaseta Tirkiyê ye. Meşa demokrasiyê di demek e ku tenê çapemeniya wan li ser kar e, dengê muxalefetê hatiye birîn, gel di nav pêçeka xizaniyê de tê xeniqandin de ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên HDP'ê ye. Ev meş dengvedana êrîşên li hember muxalefet û gel e, meşa berxwedanê ye. Em jî wek DBP di demek e ku Kurd nayên hesibandin, polîtîkayên qetlîam û tunekirinê tên meşandin, gel tê xeniqandin û bi pirsgirêkên aborî ve rû bi rû tê hiştin de ji bo xwestekên azadî û dadmendiyê  me jî di vê meşê de cî girt.    MEŞA BERXWEDANÊ YE   Di vê meşê de gelek caran ji aliyê hêzên desthilatdar ve astengî hatin derxistin. Êrîşî hevalên me kirin û hatin binçavkirin. Di gel vê yekê di meşa xwe de me yek gavek jî bi paş de ne avêt. Ji ber ku ev meş li hember kesên tekparêz, desthilatdar û kesên ku dixwazin pergala faşîzmê ava bikin e. Ev meş, bi lihevkirina kesên ku dixwazin dengê gel bibirin, xizaniyê belav bikin na, ev meş meşa kesên ku di baweriya  berxwedan û serkeftinê de ne û kesên hewl didin ji tarîtiyê derkevin ronahiyê ne. Ev meş meşa firehkirina enî û bihêz kirina berxwedanê ye.    GEL DIXWAZE AZAD Û AŞTIYANE BIJΠ   Bi meşa xwe ya li hember derbeyan demokrasiyê me çemên Zap û Merîçê ên ku li hember serhildêrî û azadiya wan nehatî sekinandin bi hev ve kir. Em di hemû qadên vî welatî de li hember cûdatiyê û li hember xwesteka dijminatiya gel sekinîn û me qîr da ku em yek in. Me carek din da nîşandan ku li hember asîmîlasyonê, zext û qetlîaman emê bi hev re têbikoşin. Ev meş da xûyakirin ku demokrasî û azadî ne bi tena serê xwe, dema em bi hev re yek bin dê biserkeve.Wê bi yekîtiya gelan û bi berxwedana gel dê biserkeve. Em jî ji Edîrneyê heta Colemêrgê ji bo ku van ji gel re vebêjin meşiyan. Me di rê de carek din dît ku gel li ser vê axê, li vî welatî di nav aşitî û azadiyê de dixwaze bijî. Xwesteka gel jî ji bo me peywir e.    TIRSEK MEZIN XIST DILÊ WAN   Bi vê meşa xwe me carek din li hember desthilatdariyê ya ku di vî welatî de cûdaxwazî û dijminatî, li derveyî welat jî bi polîtîkayên şer pirsgirêkan vedişêrîn û dixwazin desthilatdariya xwe qewîn bikin de tirsek xiste dilê wan. Me carek din nîşan da ku emê textê wan hilweşînin. İro em dê yekîtiya li Enqere û li Edîrneyê bi berxwedêriya Colemergê ve bêxin yek  û ji bo ku azadî û dadmendiyê pêk bînin em dê birêxistin bibin. Meşa me ya li Enqere wê  bi dawî nebe. Ya rastî ev meş ji bo zêdetir dadmendî, zêdetir maf û azadiyan gava yekem e. Piştî vê meşê ji Edîrne heta Colemêrgê ji bo pêkanîna xwestekên hemû gelên xwe emê bêhtir bixebitin. Em dê li çar hêlê vî welatî bibin dengê gelan. Ev meş pevgihîna dengan a li heman asîmanan e. Em jî dizanin ku ev deng mizgîniya kêfxweşiya serkeftinê ye. Em bi bawerîya mizgîniya serkeftinê meşa demokrasiyê silav dikin û em dibêjin emê bi hev re li hember bêdengiyê bibin deng û emê bi hev re têkoşîn bikin."