‘Meşa Demokrasiyê’ gihîşt Enqereyê 2020-06-20 16:48:55 ENQERE – “Meşa Demokrasiyê” ya HDP’ê ku ji Colemêrg û Edîrneyê dest pê kir, tevî hemû astengî, qedexe û mudaxileyan jî gihîşt Enqereyê.  Parlamener û rêveberên navenda HDP’ê li dijî danîna qeyûman, girtina hevşaredaran, betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û Farîsogûllari di 15’ê Hezîranê de ji Colemêrgê û Edîrneyê “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeye” dabû destpêkirin. Meş di roja şeşmîn de îro gihîşt Enqerê. HDP bi taybetî ji van her du bajaran meş da destpêkirin. Ji ber ku Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li Edîrneyê di girtîgehê de ye û Leyla Guven jî parlamentera Colemêrgê bû.    Hemû pêkhateyên HDP’ê beşdarî meşê bûn. Tevî hemû sansûrkirina meşê, astengî û mudaxilekirinan jî HDP ranewestiya û bi biryar ber bi Enqereyê ve meşiya.    LI COLEMÊRGÊ REWŞA AWARTE    Roja li Colemêrgê meşê dest pê kir adeta bajêr veguherandin rewşa awarte û dîmenên rewşa awarte derketin holê. Her wiha heman dîmenê rewşa awarte li Edîrneyê jî hebûn. Polîsan li ser fermana waliyan nehiştin welatî û dilxwazên HDP’ê beşdarî meşê bibinû pêşwazî bikin. Her çiqas polîsan mudaxileyî welatiyan û parlamenteran kir jî ew dîsa bi dirûşman hev silav kirin.    LI COLEMÊRG, WAN, BEDLÎS, ÊLIH Û AMEDÊ PÊWAZIYÊN BI COŞ    Şande ango meşvanên HDP’ê her bajarên ku gihîştinê ji aliyê coş û kêfxweşiya rêveberên HDP’ê, nûnerên rêxistinên civakî û xelkê ve hatin pêşwazîkirin. Dîmenên bi coş bi taybetî xwe li Wan, Bedlîs, Êlih, Amed û Stenbolê dan nîşandan. Meşvanan li Amed, Wan û Stenbolê rêxistinên civakî yên sivîl ziyaret kirin û armanca meşa xwe ji wan re vegotin. Rêxistinên civakî jî piştgiriya HDP’ê kirin.  Li Bedlîs û Tetwanê û her wiha li Hezo, li Bajaroka Kaniyahenê her çiqas astengî hatin derxistin jî lê meşvan bi gul û kulîlkan hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirina li Bajaroka Kanihenê ya Hezoyê de dîmenên pêşwaziya di bin siya çekan de û rewşa awarte derketin holê.    LI BISMILÊ ÊRIŞÎ PARLAMENTERAN KIRIN    Li navçeya Bismilê ya Amedê polîsan bi gaza îsotê mduaxileyî parlamenterên HDP’ê kir. Lê tevî vê astengiyê jî meşvan gihîştin Amedê û bi kêfxweşî û gerandina govendê hatin pêşwazîkirin. Şande piştî Amedê li Rihayê û Edeneyê jî bi coş hat pêşwazîkirin.    Pêşwazîkirina meşvanan a li Edeneyê hêjayî dîtinê bû û bi girseyî hatin pêşwazîkirin.    LI STENBOLÊ ÇALAKIYÊN GIRÎNG HATIN BIRÊVEBIRIN    Polîsan roja ewil bi hişkayî êrişî baskê meşê ya Edîrneyê kirin. Tevî vê yekê jî meşê ji ber Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ya Demîrtaş lê girtî ne dest pê kir.    Meşvanên baskê Edîrneyê li navçeyên Stenbolê şahî û çalakiyên girîng li dar xistin. Li navçeyên Kadikoyê, Esenyûrtê û Beşîktaşê şahî û çalakiyên ji hev girîngtir ku deng vedan li dar xist. Bi hezaran kes li Kadikoyê û Beşîktaşê çalakî li dar xistin.    KONVOYA MOR ÇÛ KANDIRA    Meşvanên baskê Edîrneyê li Stenbolê konvoya mor çêkirin û çûn ber Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ku siyasetmedar Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û gelek siyasetmedarên jin lê girtî ne. Tevî hemû astengiyan jî li nêzî girtîgehê daxuyanî hat dayîn û azadiya girtiyan qîr kirin.    TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ZILMÊ    Seranserî her du baskên meşê jî soza têkoşîna hevpar a li dijî tecrîtkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, danîna qeyûman, girtin, betalkirina parlamenteriya parlamenteran, çareseriya pirsgirêka kurd û şer û operasyonên eskerî hat dayîn.    Meşvan di roja şeşemîn de gihîştin Enqereyê û dê li Parka Meclîsê daxuyanî bidin.    MA / Ozgur Paksoy - Ferhat Çelîk