HDP’a Mêrdînê starta konferansê da 2017-12-28 14:58:25 MÊRDÎN - HDP’ê, di çarçoveya kongreya ku dê di Sibatê de li dar bixe, li Qoserê bi tevlîbûna sedan kesman konferans li dar xist.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê, berî kongreya mezin a awarte ku tê payîn di Sibatê de bê lidarxistin, li navçeya Qoserê konferansa amadekiriyê pêk anî. Konferans li avahiya  HDP’ê ya navçeyê pêk hat. Endamê Meclisa Pariyê Nazim Kok û gelek kes beşdar bûn. Konferansê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Endamê Meclîsa Partiyê Nazim Kok piştî rêzgirtinê axivî û wiha  got: “Pir girîng e ku em kêmasiyên xwe bi van konferans û kongreyê ji holê rakin" Welatiyên beşdarî konferasê bûn jî têkildarî kongreyê  nêrînên xwe anî ziman. Di konferansê de hat diyar kirin ku dê li navçeyên bajêr ên din jî konferans bên lidarxistin.