Musa Pîroglu: Dewleta OHAL'ê tê avakirin 2017-12-30 13:36:12 STENBOL - Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgerên Yekbûyî Musa Pîroglu, diyar kir ku bi êrîşên li dijî partiya wan dewlet peyama “Kurdan bi tenê bihêlin” dide wan û wiha got: “Dewleta OHAL tê avakirin.” Polîtîkayên êrîşkar demek dirêje li ser beşên muxalîf ên li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê têdikoşin, didomin. Bi taybetî derdorên piştgiriyê didin siyaseta kurd di hedefa binçavkirin û girtinê dene. Yek ji van rêxistin û derdoran Partiya Şoreşgerên Yekbûyî ye. Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgerên Yekbûyî Musa Pîroglu, têkildarî siyaseta li welat tê bi rêvebirin, êrîşên li ser partiya wan û KHK’ên hatin derxistin nirxandin kir.    Pîroglu, diyar  kir ku heya demek dirêj ablukeya polîsan a li ser partiya xwe, wî xwe jî hîs dikir û  wiha axivî: “Niha 25 endamên me di girtîgehê dene û hikûm li hinekan hat bîrin. Ji bo girtina endamên me hincetên derew nîşan dan. Wêneyên şoreşgerên li dijî DAIŞ’ê li Rojava jiyana xwe ji dest dayîn hilgirtin, beşdarî merasîmên cenazeyan û bîranînan bûyîn weke hêncet nîşan didin û mirovan digirin. Cardin li ser sempatîzanên me yên ciwan û endamên me  êrîşên dewletê hene û carnan jî bi hewldanên sîxuriyê re  rû bi rû dimîn in. Her dawî li Girtîgeha Jinan a Sîncana Enqerê hewldana sîxuriyê derket holê. Endamên me dişopînin, piştî ji malê derdikevin û çalakiyan rastî lêpirsîna GBT’ê tên.”    'DEWLET JI ME RE DIBÊJE KURDAN BI TENÊ BIHÊLIN’   Pîroglu, anî ziman ku desthilatdariya siyasî, partiya wan baş nas dike û wiha got: “Partiya me bi hemû tevgerên siyasî re têkoşîna xwe ya civakî dide meşandin. Ji ber vê yekê desthilatdariya siyasî bi rejîma êrîşkar e dixwaze tevgerên gelan bi de rawestandin. Partiya me hevparê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ye. Ji ber vê yekê jî êrîşî partiya me dikin. Gelek endamên partiya me, di têkoşîna Rojava de cih girtin. Ji destpêkê heya roja îro em li kêleka têkoşîna azadiya kurd û tevgera kurd bûn. Em hêzeke ku bi hevre li dijî antî şovenîstê têdikoşîn û bedelên hevpar didin. Dewlet bi êrîşîn li ser me hewl dide peyam bide gel û hêzên şoreşger ên li Tirkiyeyê.”    ‘DEWLETEK OHALÊ TÊ AVAKIRIN’   Pîroglu, da zanîn ku dewletek OHAL’ê tê avakirin û wiha pê de çû: “Di hemû avakirinan de OHAL weke amûr tê bikar anîn. Êdî ev welat dê bi îmzeya zilamekê Qesrê, bê birêvebirin. Ji bo hîn zêdetir vê pêş bixwin, dixwazin muxalifetê bêdeng bikin. Ji ber vê yekê tişta ji destê wan tê dikin.”   'DIXWAZIN KIRASÊ DÎNÎTIYÊ LI WELAT BIKIN'   Pîroglu, balkişand ser pêkanîna “Kincên yek tîpî” ku bi biryara KHK’ê hat qebûlkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemû pergelên desthilatdar ên xwestin civaka Tirkiyeyê ji nû ve dizayn bikin, berî her tiştî êrîşî girtiyên siyasî kirin. Ji ber vê yekê êrîşên li ser girtiyan, ji êrîşên li ser welat ne cudatirin. Ên dixwazin kincên gewr li mirovan bikin, hewl didin kincên dînîtiyê li welat bikin û welat bixin nava taritiyê. Em necarin ku vê yekê bibînin; çi gava girtîgeh winda bikin, em ê jî winda bikin. Ger em vê berxwedan û têkoşînê tenê li girtiyan bar bikin û temaşe bikin, ew ê li ber xwe bidin, qezenc bikin û dê rûmeta xwe biparêzin. Lê yên derdeve dê nasnameya xwe jî, rûmeta û pêşeroja xwe jî winda bikin”     MA / Bîlal Seçkîn