DBP: Xwedî li Şoreşa Rojava derkevin 2020-07-19 12:16:24 AMED - DBP’ê bi wesîleya salvegera 8'emîn a Şoreşa Rojava bang li hemû aliyên şoreşger û muxalîf kir ku li dijî polîtîkayên şer û bêçareseriyê deng derxin û xwedî li şoreşê derkevin. Navenda Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) bi minasebeta salvegera 8'emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand. DBP’ê bibîrxist şoreşa ku 19’ê Tîrmeha 2012’an destpêkîriye li dijî zextan hebûnê diparêze û wiha got: “Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Ereb, Tirkmen, Suryanî û Ermeniyan li gel hev, bêferqiya ziman, ol û netew, yekîtiyek e siyasî û jiyanek e hevpar afirand û ev li cîhanê weke pergalek e alternatîf hate pejirandin û ji bo gelan bû hêvî.”   ‘ŞOREŞ DÊ LI ROJHILATA NAVÎN BIBE ALTERNATÎF’   DBP’ê da zanîn ku êrîşên DAIŞ û rêxistinên wekî wan bi salan e ji bo fetisandina şoreşa rojava dom dikin û wiha domand: “Êrîşên herî mezin li Kobanê hatin kirin. Li hember van hemû êrîşan mafê parastina meşrû tê bikaranîn û gelê rojava di serî de jin û bi berxwedana dîrokî ya hemû kesan pergala nû tê avakirin. Ev pergal di nav xwe de rêgeza nûnertiya wekhev, wekheviya zayendî û civaka ekolojîk vedihewîne. Ev pergala ku edalet, demokrasî, azadî, rêzdariya baweriyan û piranîparêzî esas digre ji bo gelên cîhanê wek hêvî şîn dibe. Ev rêya sêyemîn wê bigihîje serkeftinê û li Rojhilata Navîn dê bibe alternatîf. Şoreşa ku dixwestin tune bikin, bi pêşengiya jinan, bi bedelên giran ji nû ve hate afirandin. Ev rûmeta herî mezin bû ji bo me. Berxwedana ku bi pêşengî û lehengiya jinan derkete holê di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Di serdemek a wiha de ku dihat xwestin di kesayeta rûmet û kerameta Kobanê de jinê û mirovayetiyê têk bibin û bêxînin, bi berxwedana ku li hemberî vê yekê hate nîşandan careke din şoreşa Rojava hate tacîdar kirin.”   ŞOREŞA HEMÛ GELAN E   DBP’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hêzên ku qet naxwazin şerê li ser axa Sûrîye biqede û gelên Sûrî azad bibe, li gor hemû astengî û êrîşan nekarîn li hember Şoreşa Rojava bisekinin û wiha got: “İro gel dixwaze bi hev re di aşîtiyê de bijî. Dixwazin şer bi dawî bibe û bi rêya lihevrûniştinê pirsgirêk bê çareser kirin. Daxwaziya me jî ne şer, bi pêvajoya mûzakereyê çareserî ye. Gel li hember kesên ku êrîşî pêvajoya mûzakereyê kirin û li hember azadiya gelan derketin, gotina xwe anîn ziman. Azadî û aşîtiya ku li vir pêk bê wê hemû erdnîgariyê bixe bin bandora xwe. Şoreşa Rojava ne tenê şoreş û têkoşîna aşitî û azadiya gelê Kurd e. Ev şoreş şoreşa hemû gelên ku li herêmê jiyan dikin, şoreşa azadiya baweriyan û aşîtiyê ye.”   ‘HEMÛ ŞOREŞGER DIVÊ XWEDÎ DERKEVIN’   DBP’ê di dawiya daxuyniyê de wiha got: “Em şoreşa rojava ya ku li ser axa Mezopotamya hebûna jiyanek e cûda da ber me, pergala rêya sêyemîn damezirand û em ên ku vê şoreşê pêk anîn silav dikin. Em di wê bawerîyê de ne ku, di serî de li erdnîgariya Mezopotamya, li Anatolya û Rojhilata navîn dê bi têkoşîna aşîtî û demokrasiyê em ê pirsgirêkan çareser bikin. Li hember polîtîkayên şer û bêçareseriyê, bi baweriya çareseriyê em berxwedana gelan silav dikin û em bang dikin ku hemû şoreşger û muxalîf xwedî li vê şoreşê derkevin.”