Hevserokê PYD'ê Hesen: Pergala Bakurê Sûriye çareseriya hemû Rojhilatê Navîn e 2018-01-01 10:39:39 QAMIŞLO - Hevserokê Giştî yê PYD'ê Şahoz Hesen, diyar kir ku li Sûriyeyê li ser bingeha Neteweya Demokratîk pergalekê ava dikin û wiha got: "Ev pergala ku em ava dikin hem di milê leşkerî û siyasî hem jî di milê civakî û aborî de destkeftiyên nû pêş dixe û dê ji bo Iran û Iraqê jî bibe çareserî.  Sûriye hem di milê leşkerî û hem di milê siyasî de bi pêşketinên nû derbasî sala 2018'an dibe. Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, têkildarî pergala Neteweya Demokratîk ku li Sûriye tê avakirin axivî û bal kişand ser destkeftiyên milên siyasî, leşkerî, aborî û civakê yên pêşerojê. Hesen, anî ziman ku di sala 2017'an de di milê leşkerî de tişta herî derket pêş Reqqa ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin û DAIŞ li Rojhilata Navîn têk çû. Hesen, da zanîn ku di milê siyasî de jî tişta herî derket pêş hilbijartinên bi tevlêbûnek dîrokî pêk hatin bû.    GELÊN BAKÛRÊ SÛRIYE BI SER KETIN   Hesen, destnîşan kir ku pergala niha li Bakurê Sûriye ava dikin dê ji bo hemû welatên Rojhilata Navîn bibe riya çareseriyê û wiha got: "Li nava Sûriye di nava hin hêz û rêxistinan de nakokî û şer hene. Di bin navê DAIŞ'ê de gelek tişt tên veşartin. Lê ev rewş hêdî hêdî ronî dibe. Lê li Bakurê Sûriye rewş çûda ye. Li Bakurê Sûriye gel li ser bingehê neteweya demokratîk pergalek nû ava dike. Li ser vî hîmê neteweya demokratîk xwe bi rêxistin dike. 7 salin gelên heremê li ber xwe didin. Vê berxwedana gel di milê leşkerî û siyasî de encamên girîng bi dest xistin."   DI MILÊ SIYASÎ Û LEŞKERÎ DE GAVÊN DÎROKÎ HATIN AVÊTIN   Şahoz Hesen, da zanîn ku di milê leşkerî de Reqqa ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin û ev bû dîrok û wiha got: "Bi vê yekê deriyekî nû li pêşiya Sûriyeyê hat vekirin. Bi şerê leşkerî pergala DAIŞ'ê ya Dewleta Îslam a li Sûriye ava kir ser û bin bûn û têk çû. Di milê siyasî de jî du hilbijartinên demokratîk ku li Bakurê Suriye pêş ketin bûn. Di hilbijartinên belde, nahiye û herêmên kantonan de bi rêjeyek mezin gel çûn ser sindoqan. Yekem car gel çûn ser sindoqan û vîna xwe diyar kirin. Gelê ereb, kurd, suryanî, ermenî û çerkez bi hevre biryara jiyanek nû dan. Ev di milê siyasî de dirok e."    'REJÎM DI YEK PARTIYÊ DE ISRAR DIKE   Hesen, destnîşan kir ku Rejîm di yek partiyê de israr dike û wiha got: "Lê di vê serdemê de êdî rêveberiya bi yek partiyê ne pêkan e. Gel vê yekê qebûl nake. Ev êdî ne çareserî ye.    'PERGALA ME ROJ BI ROJ MEZIN DIBE'    Hesen, bal kişand ser modela pergala ku li Rojhilata Navîn ava dikin û wiha lê zêde kir. "Ev pergala ku nû tê avakirin ji bo gelê Rojhilata Navîn dibe mînak û hêvî. Roj bi roj mezin dibe." Hesen bal kişand ser muxalifa Îhvanî Muslim jî û wiha got: "Piştgiriyê wan ê herî mezin Tirkiye bû. Bi taybetî jî AKP’ê piştgirî da wan. Îro hemû cîhan halê wan temaşe dike. Welat xistin destê rejîma yek mirovî. Em 6 salin li dijî vê yekê şer dikin. Em li dijî pergala rejîma yek mirov û yek partiyê şer dikin. Ji ber vê yekê Tirkiye siyaseta paşverû dişopîne. Îro rewşa Tirkiye li holê ye. Li Tirkiye çaserî yekîtiya gelan û civakan e. Pergala ku îro em ava dikin her roj mezin dibe û dê ji welatên Rojhilata Navîn re bibe çareserî."     PERGALA ME BANDORÊ LI HEMÛ ROJHILATA NAVÎN DIKE   Hesen, destnîşan kir ku pergala wan ava kiriye tenê bi herêma kurdan û Bakurê Sûriye bi sînor nabîne û dê li hemû Sûriye û welatên Rojhilata Navîn belav bibe û her kes vê pergalê ji bo xwe esas bigirin. Hesen herî dawî wiha got: "Niha li tenişta me Başûrê Kurdistanê heye. Di heman demê de Iraq heye, Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê gelek pirsgirekên civakî rû didin. Niha li Îranê serhildan û bûyerên civakî rû didin. Ev nîşanî me dide ku pergalên wan têk diçin. Nîşan dide ku pergalên wan ji bo çareseriya pirsgirêkan nabin model. Lê me bi yekîtiya gelan û hurmet û rêzdariya li hemberî hev pirsgirêkan çareser dikin. Bi qebûlkirin û naskirina hev çareser dikin. Em bawer dikin ku ev perala em ava dikin dê li Mûsil, Kerkûk, Tahran û Bexda li hemû bajaran têkeve meriyetê.    MA / Nazim Daştan