Guhertina medya civakî ji aliyê Komîsyonê ve hat pejirandin 2020-07-24 09:44:21   ENQERE – Teklîfa qanûnê ya ku sînordarkirina medya civakî bi xwe re tîne ji aliyê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê ve hat pejirandin.    AKP û MHP’ê bi hevkarî têkildarî guhertin û sînordarkirinên medya civakî yasa derxin. Li ser vê yekê teklîfa qanûnê di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de hat gengeşekirin. Pişt re ev teklîfa qanûnê ji aliyê Komîsyonê ve hat pejirandin.    Bi teklîfê re temînkeriya tora civakî tê pênasekirin. Di temînkeriya torê ku bi ser milyonekê hat temaşkirin de lixwegirtîbûna diyarkirina nûnertiyê tê. Kesek bêyî ku biçe dadgehê heke bi mafên wî/wê re binpêkirinek were fikirandin, ji bo vê yekê jî mekanîzmeyek serlêdanê tê avakirin. Tê xwestin ku di 48 saetan de bersiv ji bo serlêdanê were dayîn. Dema lixwegirtîbûna nûnertiyê were piştguhkirin cezayek bi pênc qonaxî tê derpêşkirin.