Akşener: Li Tokat û Konya kampên perwerdehiya çekdarî hene 2018-01-02 15:34:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Giştî ya Partiya Îyî (ÎP) Meral Akşener, diyar kir ku ew dibihîzin li Tokat û Konya kampên perwerdehiya çekdarî hene.  Hikumeta AKP'ê bi KHK'ya hêjmar 696'an rê li pêş rêxistên bi çek ên sivîl vekir. Têkildarî vê mijarê Seroka Partiya Îyî (ÎP) Meral Akşener pirsên Rojnamegerê Sozcu Saygi Ozturk bersivand û diyar kir ku di demên dawî de kesên bi çekên lûledirêj li kolanan digerin. Akşener wiha got: "Mînak em dibihîzin ku li Tokat û Konya kampên perwerdehiya çekdarî hene. Ev îdîa tên gotin. Em dixwazin lêkolîn bê kirin û agahiyê bidin me. Tê gotin ku ev kes di serdema hilbijartinê de dê rol bidin ser xwe. Biv ê yekê encamên xerab dê derkevin holê. Bawer bikin Sadat jî û rêxistinên din jî ji bo min ne qasî tozekê ye. Lê mixabin ev rêxistinên navborî dê mirovan têxin nava şer. Ez ji niha de hişyar dikim û dixwazim tedbîr bên stendin.    Sadat di kampên li qadên cuda de 2 hezar û 800 kes di perwerdehiya “Herba gayrî nizamî" ango “perwerdehiya gerilla" dît. Sadat ji aliyê endamên TSK'ê yên ku di navde Tuggeneral Adnan Tanriverdi jî heye di sala 2012'an de hat avakirin.