Pisporê ji Îranê: Gel dixwaze rejîm bê guhertin 2018-01-03 11:07:41 STENBOL – Pisporê Rojhilata Navîn ê Îranî Arîf Keskîn diyar kir ku eleqeya çalakiyên li Îranê ne bi aborî û ne jî bi bêkariyê re heye û got: “Gel guhertinek bingehîn a rejîmê dixwaze. Heke mirov bêje ev ‘DYA û Îsraîl dike’ ne rast e. Bi vê gotinê dixwazin daxwazên gel binixûmînin."  Çalakiyên li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîm, xizanî, nelirêtî û polîtîkayên derveyî welat dest pê kirin didomin û li her deverê belav dibin. Li gel hemû mudaxeleyên rêveberiya Îran û gef û gurên wan jî hefteyek e gel li kolanan e. Pisporê Rojhilata Navîn ê Îranî Arîf Keskîn diyar kir ku gel ewil bi boneya pirsgirêkên aborî derket kolanan û got: “Pişt re di berzkirina sloganên gel ên li kolanan de me dît ku gel guhertina bingehîn a rejîmê dixwaze. Wek rojên ewil daxwazên wek aboriyê naynin ziman. Em bendewariyek têkildarî ne bi aborî û ne jî bi bêkariyê ve nabînin. Bi piranî bêtir daxwazên siyasî hene. Û Ev daxwaz jî girêdayî guhertina rejîmê ye.”    'POTANSIYELA XWEPÊŞANDAN MEZIN BIBE HEYE’    Keskîn anî ziman ku potansiyela xwepêşandan mezin bibin hene û ev xwepêşandan guhertina rejîmê pêk neyne jî dê Îran qeyranên cidî bijî. Keskîn da zanîn ku pêşeng ango lîderek xwepêşandan tune ye û ev çalakî pir nakokî, cuda û wek xwezayiyek tevlîhev tê dîtin.    'GOTINA DYA NIXÛMANDINA SER DAXWAZA GEL E’    Keskîn têkildarî îdiayên çalakî ji aliyê DYA û Îsraîlê ve tên birêve birin jî axivî û ev nirxandin kir: “DYA û Îsraîl dixwaze ji van çalakiyan sûd werbigire, lê van xwepêşandanan wan dest pê nekiriye. Ne ji ber wan rû dan. Ev çalakî di encama pirsgirêkên hundirîn ên Îranî wek aborî, siyasî û civakî de derketin holê. Heke mirov bêje vê yekê ‘DYA û Îsraîl dike’ hêsaniye. Tê wateya nixûmandina ser daxwazên vî gelî ye.”    ‘BAWER GEL BI RUHANÎ NAYÊ’    Keskîn bal kişand ser helwesta Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî ya li dijî xwepêşandanan û got ku gelê Îranê ji Ruhanî bawer nake û hêviyên wan ên ji Ruhanî xelas bûye. Keskîn destnîşan kir ku ji bo bilêvkirina Bihara Îranê hêj zû ye û hêj ev merhala destpêkê ya pêvajoyê ye.    ARÎF KESKÎN KÎ YE?   Arîf Keskîn li navçeya Mogan a Eyelaeta Erdebîl a Îranê ji dayik bûye. Di sala 1993’an ji Beşa Civaknasî ya Zanîngeha Tebrîzê mezûn bû. Di sala 1999’an de li Fakûlteya Zanistên Civakî û Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê dest bi perwerdehiyê kir. Ji sala 1999’an wek pisporê Rojhilata Navîn dixebite. Heta niha gelek mekale û nivîsên wî hatin weşandin. Bi gelek zimanan nivîsên wî hene. Der barê Îranê de beşdarî gelek bernameyan bû. Li zanîngehên Bîlkent, ODTU û Bahçeşehîrê gelek konferansan da.    MA / Yasîn Kobulan