Tanrikulu fetwayên Diyanetê bir Meclîsê 2018-01-03 12:49:30 ENQERE - Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, daxuyaniyên Wezareta Karê Diyanetê ya "Zarokên balix bûyî li gorî ola îslamê dikarin bizewicin" bir Meclîsê.   Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, daxuyaniya Wezareta Karê Diyanetê ya "Zarokên balix bûyî dikarin bizewicin" ya di malpera xwe de weşand, bir rojeva Meclîsê. Tanrikulu, ji bo Serokwezîr Bînalî Yildirim bi nivîskî bibersivîne pirsname da û pirsa hikûmeta AKP’ê derbarê vê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin an na kir.