Erdogan derewand: IMF’ê ji me deyn nexwest 2020-08-11 11:23:28   ENQERE – Serokê Berê yê Bankaya Navendî Dûrmûş Yilmaz, Serokkomar Erdogan ku angaşt kiribû IMF’ê 5 milyar dolar deyn ji Tirkiyeyê xwestiye, derewand û got ku IMF deyn ji wan deyn nexwestiye.   Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, di 10’ê tebaxê de angaşt kiribû ku Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) 5 milyar dolar deyn ji Tirkiyeyê xwestiye. Serokê Berê yê Bankaya Navendî Parlamenterê Iyî Partiyê Dûrmûş Yilmaz, li ser hesabê xwe yê twîtterê Erdogan derewand û ev tişt got: “Ev mijara dayîna 5 milyar deyn a IMF’ê. Ji bo ku peyva herî giran bi kar bînim min gelek zehmetî kişand, peyva min dît DEREW e. Ev mijar gelek bi teknîk e. Bi kurtayî IMF’ê ji me deyn nexwest. Delîla vê: Di bilançoya Bankaya Navendî de deynekî wiha tuneye.”