Nûnerê HDP'ê yê Hewlerê Îke: Di nava Îran, DYA û Iraqê de şerê mezin dest pê dike 2018-01-04 10:44:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Hewlerê yê HDP’ê Abît Îke, diyar kir ku pirsgirêkên niha li herêmê derdikevin holê koka wan heye û wiha got: "Gel êdî vê pergalê qebûl nake û dadikevin kolanan. Xuya dike ku dê di nava Îran, Iraq û DYA'yê de şerekî mezin dest pê bike.  Li Herêma Federal a Kurdistanê piştî referanduma Kurdistana Serbixwe ya 25'ê Îlona 2016'an krîza aborî û siyasî her ku diçe kûr dibe. Bi taybetî piştî hikûmeta Iraqê gelek bajar û navçe  dîsa xistin kontrola xwe krîza di nava gel û hikûmetê de zêde bûn. Piştî serhildanên gel tevgera Goran û Partiya Civaka Îslam a Kurdistanê (Komel) xwe ji hikûmetê kişandin û îstîfa kirin. Çalakiyên ji ber polîtîkayên hikûmetê, krîzên siyasî, aborî û nelirêtiyê gel derket kolanan. Di çalakiyên li Silêmanî û derdorên din de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Nûnerê Partiya Herêmên Demokratik (HDP) yê Hewlerê Abît Îke ji Ajansa Me Mezopotamya (MA) re axivî û nirxandinên girîng kirin.    Îke, diyar kir ku li herêmê pirsgirêka pergalekê heye û wiha got: "26 salin hikûmetek heye. Wekî pergala dewletekê ava kiriye. Ji ber pirgirêka pergalê heye referandum nebû çareserî. Perê di nava partiyên herêmê de krîz hebûn. Ji ayişê her kesî ve pirsgirêk tên dîtin û tên zanîn. Di sala 2013'an de erka Serokê herêmê Mesut Barzanî xelas bû. Lê piştî di sala 2014’an de mudaxaleya DAIŞ'ê pêş ket heta sala 2017’an jî dîsa li ser kar ma. Lê qeyrana aborî beriya salên 2013’an dest pê kiribû. DAIŞ kirin hincet. Pirsgirêk ne ji niha de ye. Pirsgirêk bi kok in.    Di sala 2015’an de hikumetê xwest rewşa Goran, YNK, PDK û partiyên Îslamî biguhere. Lê 2 sal hatin dirêjkirin. Referandum kirin hincet. PDK û Mesut Barzanî bi vê rêbazê xwestin xwe xelas bikin lê nebû.  Li gorî Qanûna Bingehîn a Iraqê biryar hatibû girtin ku li herêmê bi hevre îdame bikin. Ji ber rewşa dawî ya Bexdê her tişt di destê hikûmeta herêmî de bû. Petrol, gumruk, balafirgeh her tişt di destê hikûmeta herêmî de bû. Her çend mehan carekê hikûmet dihat guhertin û ji ber vê yekê hekûmet lawaz bû. Piştî Mûsil hat azadkirin hikûmet hat ser xwe û guhertin çêbûn.    JI SEDÎ 50 GEL NEÇÛ SER SINDOQAN    Îke da zanîn ku di referandumê de li herêmê ji sedî 50 gel neçû ser sindoqê û wiha got: "Pir zêde hat mezinkirin. Lê rewşek wisa tune ye. Gel nedixwest. Ji ber ku parlamento betal bûye û hikûmet û parlamento komî ser hev nedibûn. Ji ber vê yekê tu bandora referandumê çênebû. Vê hikûmetê 26  salan ji bo gel çi kir. Hemû kes ji vê pergalê bêzar bûye. Gel pergal û modelek nû dixwaze. Gel li kolanê daxwazên xwe tîne ziman û dixwaze ev hekûmeta 26 salan û pergala heyî bê guhertin. Ev çalakiyên li kolanan hêj destpêkin. Ji vê saetê û şûnde bi vê pergalê nameşe. Gelê başûr pergala demokratîk ku xwe dispêre vîna gel dixwaze. Ji ber vê yekê tu bendewariya gel ji vê pergalê nemaye. Gel modela Neteweya Demokratîk dixwaze. Êdî baweriya gelê Başûrê Kurdistanê ji tu kesî nemaye. Ev hikûmet êdî tişteki nade vî gelî. Herêma Silemaniyê û Hewlerê di destê du malbatan de ye. Pergala girêdayî derve ava kirine. Di milê siyasî, leşkerî, aborî û çandî de têk çûye. Girtina xebatkarên sefaretxaneya Tirkiye ya li Mûsilê jî ji ber vê yekê bû. Tirkiye bi israr xwest bike şerê navbera Kurd û Ereban. DYA li hemberî ve yekê bêdeng ma.    'EM BI HEMÛ PARTIYAN RE DI NAVA DIYALOGÊ DE NE'   Îke, anî ziman ku wekî HDP'ê bi hemû partiyên siyasî re di nava têkiliyê de ne û ji bo pergala demokratik ava bikin di nava hewldanan de ne. Îke, da zanîn ku du 2 caran bi Barzanî re hevdîtin kirin û pêşniyarên xwe pêre parve kirin û wiha berdewam kir: "Ji bo em 4 parçeyê Kurdistanê bikin xwedî statu û yekîtiyê ava bikin ji destê me çi tê em wî dikin. Niha Kurdistana Başûr bûye 2 perçe. Herêma PDK û YNK perçe bûye. Du hêzên îdarî û hêzên leşkerî hene. Îtîfaqa stratejîk heye.  YNK û PDK'ê di nava xwe de parve kirine û li hev kirine. Diyar kirine ku serokê herêmê KDP be û Serokomar jî YNK be. Hêzên leşkerî dest hev nadin. Ev rewş bêtir talûke ye. Ger ku vîna gel esas neyê girtin her tişt bê watey e."   ŞERÊ MEZIN DÊ DI NAVA ÎRAN IRAQ Û DYA DE BE   Îke, anî ziman ku Abadî ji aliyê Îranê ve hat ser rêveberiyê û wiha berdewam kir: "Lê Îran dixwaze Malîkî li ser kar be. Şerê mezin dê di navbera Iraq, Îran û DYA de rû bide. Rîskekî wisa xuya dike. Di rojên dawî de gelê Rojhilatê Kurdistan li ser piyan e. Şerê mezin li pêş Îran û Iraqê ye. Heşdî Şebî ji aliyê Îranê ve tê rêvebirin. Têkildarî rewşa navbera Malîkî  û Abadî û rewşa navbera DYA-Îranê dê bi xwe re şerekî mezin bîne. Van pergalên berê ji sedî 50 hêza xwe winda kir. Ji niha û şûnde çareserî rêbaza demokratîk û neteweya demoratîk e. Ji bo kurdan êdî neteweya kurdan ferz e. Berî her tiştî neteweya kurd lazim e. Vê yekê li dijî şerê DAÎŞ’ê yê li Şengal û Kobanê her tişt aşkere kir. Dîsa di têkçûna Kerkuk, Mûsil û Maxmûrê de her tişt hat dîtin. Ger ku di 2013’an de li ser banga Birêz Ocalan ji bo neteweya kurd gav hatibana avêtin dê îro rewşa kurdan ne wisa bûya. Niha dîsa xebaten me yên ji bo yekîtiya kurdan didomin. Nihaq û hevdîtin hatine astekê. Niha hem KNK hem KCK hem jî HDP bi awayekî cîddî nêzî mijarê dibin. li Silêmaniyê konferans pêk hat. Divê êdî em bi hevre bin û yek bin. Em dê ji bo komkirina Kongreya Neteweyî têbikoşin û di nava hewldanan de bin.