Ozsoy: Ji nûve gotina ‘Cîhan dijminê me ye' şima dike 2020-08-16 13:30:06 ENQERE – Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsay, têkildarî gotina Namzetê Serokatiya DYA Joe Biden ku 8 meh berê der barê Serokê AKP'ê Erdogan de gotibû û ji nûve dikin rojev, got: “Dixwazin ser vê xizanî û birçîbûna Tirkiyeyê bi hestên niijadperestî û popîlîzma dijminantiya derve ji nûve şima bike û germ bikin."    Namzetê Serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYA) Joe Biden 8 meh berê der barê Serokê AKP'ê Erdogan de gotibû "Ez ê wî di hilbijartinê de têk bibim" Niha vê gotina Bîden ji nûve dikin rojev û rojevên din di bin vê yekê de vedişêrin. Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsay, têkildarî gotina Joe Biden a 8 meh berê ku dîsa germ dikin, nirxandin kir. Ozsoy anî ziman ku Tirkiye di nava qeyranê de ye û dixwazin sedema vê qeyranê welatên rojava nîşan bidin. Joe Biden di axaftina xwe de tiştekî wisa negotibû. Dixwazin bi vê yekê hişekî din ava bikin. Joe Biden, digot ‘Divê em li dijî Erdogan piştgiriyê bidin hêza muxalif. Ne bi darbeyan, divê bi rêyên demokratîk em pergalê biguherînin.' Ev gotina 8 meh berê bû. Lê vê gotinê nû dîsa tînin rojevê. Sedemên wê yên cuda hene. Sedema yekemîn Tirkiye hem li derve û hem li hundir pir asê bûye. Îqtîdara siyasî ji bo sedema qeyranê têxe stuyê Yekîtiya Ewropa û DYA'yê vê gotinê nû dike şima dike. Dixwaze rojevê biguherîne û sedema qeyranê şaş nîşan bide. Sedema qeyranê bi welatên derve girê dide. Dixwazin gotina 'Dunya dijminê ye' nijadperestiyê pêş bixin. "    Ozsoy anî ziman ku Erdogan heta hilbijartina 2019'an Erdogan hemû kes wekî terorîst îlan dikir u wiha lê zêde kir: "Lê em dibînin ku polîtîkaya wî ya her kesî terorîst dibîne encam negirt. Demekê HDP wekî terorîst ditît û îfade dikir. Lê piştre eniya xwe firehtir kir. CHP, ÎYÎ partî û rêxistinên civakî jî xist nava pêla terorîstbûnê. Niha dixwaze aloziya li nava Tirkiye bêtir zêde bike û berberiyê pêş bixe. Li gel vê yekê Erdogan di hilbijartina borî de zerarek mezin dît. Ev nîşan dide gotina 'terorist' zêde fêde nake. Aborî perçe bûye. Partiya wî bûye sê perçe. Di vê rewşê de dixwaze dijminê derve û hundir zêde bike. Erdogan dixwaze nijadperestiya hundir xurt bike. Dewamkirina polîtikayên nijadperetiyê zerarerk mezin dide aboriya Tirkiyeyê. Di encamê de aboriya Tirkiye bi derve hatiye girêdan.    Ji sedî 50 zêdetir aboriya Tirkiye bi welatên Yekîtiya Ewropa ve hatiye girêdan. Ji sedî 65’ê ku razemeniya bazirganiyê li Tirkiyeyê dikin ji welatên Ewropa tên. Erdogan bi vê helwesta xwe dê zerakek mezin bide aboriya Tirkiyeyê."