Kemalbay: Hiqûq hat qetilkirin, edalet dê bi HDP'ê bê 2018-01-04 13:30:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, bertek nîşanî 16 sal û 8 meh cezayê li Îdrîs Baluken hatiye birîn da û got: "Ev qetilkirina hiqûqê ye. Dê edalet bi HDP'ê bê ser vê axê." Danişîna Wekîlê HDP'ê yê Amedê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken ku 14 meh e girtî ye, li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, dadgehê 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Baluken birî. Rêveberên HDP'ê ji bo bertek nîşanî ceza bidin, li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan.   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay jî danişîna dozê dişopand, bi wekîl û parêzeran re li ber adliyeyê daxuyanî da û bertekek tund nîşanî biryara dadgehê da.   Kemalbay ev tişt anî ziman:   "Îro careke din qirkirina hiqûq pêk hat. Danişîna doza wekîlê partiya me Îdrîs Baluken bi biryarê encam girt. Ji bo Baluken vî cezayî heq bike çi kir divê bê pirsîn. Ew wekî wekîlekî Partiya Demokratîk a Gelan a ku dengê 6 milyon mirovî girtiye û li her derê Tirkiyeyê û li parlamentoyê tê temsîlkirin. Dozên der barê wî de hatine vekirin û fezlekeyên ku hatine amadekirin, ji ber daxuyaniyên çapemeniyê ne. Di mîtîng û civînan de axaftin kirine. Tenê siyasetmedarekî xebatên siyasî bike, bi pêkanînên dij qanûnî re rû bi rû maye.   Ev ceza qirkirina siyasî ye. Biryareke partiya me bû, heke îro li vir tahliye pêk bihata, dê hiqûqa li Tirkiyeyê bihata cihê xwe. Ji ber ku ji ber xebatên siyasî hevserokê me yê giştî, wekîl û bi hezaran rêveber û endamên partiya me girtî ne. Vê biryarê em mehtel nehiştin."    Kemalbay aşkera kir ku ev biryar êrîşeke li dijî têkoşîna aştî û demokrasiyê ye û da zanîn ku dê bi HDP'ê edalet bê vê erdnîgariyê û wiha pê de çû: "Em ê li dijî hemû pêkanînên li dijî hiqûq, makeqanûn û derbeyê têkoşînê dewam bikin. Em li gel Baluken in. Ev biryareke ne hiqûqî, siyasî ye. Dê hikumet berdêla vê bide."