Temel: Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li hemû Tirkiye belav bûye 2020-08-20 11:46:20 ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tayip Temel, têkildarî bernameya HDP'ê diyar kir ku heta li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û Kurd negêjin mafên xwe yên demokratîk û zagonî; tu pirsgirêkên din çareser nabin û bi vê nerinê dest bi xebatek wisa kirine. Temel, destnîşan kir ku di bingeha qeyrana aborî, ekolojî û civakî de şer heye û li dijî gelê Kurd êrîşek topyekûn heye. Temel, destnîşan kir ku pergala tecrîdê li hemû Tirkiyeyê belav bûye û xwest hemû hêzên demokrasiyê li dijî şer û tecrîdê bibin yek.  HDP'ê di 1'ê Hezîranê de bi bernameya “Meşa Demokrasiyê" dest pê kiribûn. Ji Edîrne û Colemêrgê berê xwe dabûn Enqereyê. Di hamleya duyemîn de jî ji Enqereyê berê xwe dabûn bajarê Tirkiyeyê û dest bi "Hevdîtina demokrasiyê" kiribûn. Niha jî heta 1'ê Îlonê bi pêngava sêyemîn "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" berdewam dike. HDP, dê li gelek bajaran heta 1'ê Îlonê "Zincîra mirovan" çêke. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayip Temel, têkildarî "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" ku di 1'ê Hezîranê de dest pê kirin û bi pêngava 3'emîn berdewam dikin nirxandin kirin.  Temel, anî ziman ku Plana wan a Bernameya Têkoşîna Demokratîk berxwedanek berfireh armanc dikir û wiha got: "Ji ber şertên şewba pandemiyê tam li gorî me dixwest pêk nehat. Em ji Colemêrg û Edîrneyê meşiyan Enqereyê. Em ê di 1'ê Îlonê de "Zincîra mirovan" a herî mezin a Tirkiyeyê ava bikin.  HDP'ê pêşengiya vê meşê kir. Niha jin li dijî betalkirina Peymana Îstanbul li qadan çalakiyan li dar dixin. Me carek din bi vê meşê diyar kir ku pirsgirêka Kurd bi şer, êrîş, binçavkirin, girtin, înkar û îmhayê nayê çareserkirin. Me diyar kir ku heta li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser nebe, tu pirsgirêkên din çareser nabin. Ji xwe di bingeha qeyrana aborî, ekolojîk û civakî de jî şer heye. Talankirin, rant û wêrankirine heye.    'ŞER LI DIJÎ KÊ TÊ MEŞANDIN?'    Temel, pirsa "Şer li dijî kê tê meşandin?" jî pirsî û got: "Li Tirkiyeyê gelê Kurd wekî dijminê xwe dibînin. Ji welatîbûnê derxistine. Li dijî hemû mafê wan ê zagonî û demokratîk êrîşek heye. Ji bo di pirsgirêka Kurd de şer kûr bikin, tawîzan didin hêzên navneteweyî. Eskeran dişînin Lîbyayê. Li Idlibê hêza Tirk bi cih bûye. Ev li dijî destkeftiyên Kurdan ên li Rojava pêş dikevin. Li Başûrê Kurdistanê şerê ku roja wî milyar dolaran heye. Me li dijî vê yekê bang li gelek derdoran kir. Piştî vê bangê em dibînin derdorên cuda dîsa Pirsgirêka Kurd xistin rojeva xwe. Me ev bernameya xwe ya têkoşînê bi sê aliyan pêş xist. Niha pêngava sêyemîn em dest pê dikin. Em ê helwesta xwe ya li dijî îqtîdarê nîşan bidin. Îro hemû der û dor ji helwesta îqtîdarê bêzar e. Vê îqtîdarê gelek tişt winda kirine. Piştgiriya rêxistinên demokratîk û civaka sivîl winda kiriye. Mafdarî û rewatiya xwe winda kiriye. Civak pir xizan bûye. Betalî pir zêde bûye. Her res îro ji îqtîdarê pir bêzar û bi hêrs e.    'DIXWAZIN HDP'Ê BI TENÊ BIHÊLIN'    Temel, da zanîn ku ji ber îqtîdar her tim zextan dike pêdivî bi yekîtiya hêzê heye û wiha lê zêde kir: "Tişta HDP’ê ji partiyên din ên siyasî cuda dike, meşa siyasî ye. Niha dixwazin partiyên di meclîsê de cih digirin û rewa ne bi pênaseyên cuda reş bikin. Divê hêzek xurt a muxalif derkeve holê. Divê aşkere bike ku AKP û MHP ne rewa ne. Hem li CHP’ê dixin û hem jî li HDP'ê dixin. Dixwazin HDP’ê bi tenê bihêlin. Kaos û qeyranê kûr dikin.    ARMANC LI DIJÎ ŞER Û TECRÎDÊ AZADÎ YE   Temel, bal kişand ser armanca esasî ya pêngava sêyemîn û wiha berdewam kir: "Armanca esasî ya vê pêngavê li dijî şer, dagirkerî û tecrîdê azadî ye. Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin; îqtîdar bi şer, kuştin, xwîn, girtin û xezpê û li dijî mafê Kurdan xwe li ser piyan bihêle. Em li dijî îqtîdara nijadperest in. Kurdan wekî dijminê esasî îlan dike. Bi polîtîkayên şer xwe li ser piyan dihêle. Bi hewaya şer dixwazin hêzên demokrasiyê û muxalif ên Tirkiyeyê bêdeng bikin. Li dijî vê polîtîkayê pêdivî bi tevgera aştiyê heye. Li Tirktiyeyê hêza herî mezin a aştiyê hêzên demokratîk in. Lê hêzên demokratîk bi tenê ne. Divê ne bi tenê bin. Divê hemû hêzên demokratîk bên cem hev û hêza xwe bikin yek. Em armanc dikin ku di 1'ê Îlonê de van hemû hêzên demokratîk bînin cem hev. Divê li dijî şer hêzên aştiyê bikin yek.    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI HEMÛ TIRKIYEYÊ BELAV BÛYE   Temel, da zanîn ku hemû kes dizane bi tecrîdkirina Ocalan dixwazin Ocalan bi tenê bihêlin û têkiliyên wî û civakê ji hev qut bikin û axivî: "Îro pergala tecrîda li Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Rêveberiya bi tecrîdê bûye karakterê rejîma Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê em li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin. Azadî civakî ye. Ji bo girtîgeh vala bibin divê têkoşîna azadiyê xurt bibe. Ji bo tecrîda li Îmraliyê bê kişandin, divê hemû hêzên muxalif û demokratîk li dijî polîtîkayên heyî raweste û dengê xwe bilind bikin. Ji ber vê yekê heta tecrîd bi dawî nebe, dê şer jî bidome. Tecrîd û şer bi hev ve girêdayî ye. Her ku tecrîd hişk dibe şer dijwar dibe. Dîsa Aştî û Azadî jî bi hev ve girêdayî ne. Her ku aştî xurt dibe azadî pêş dikeve. Em ê li dijî şer aştiyê, li dijî tecrîdê têkoşîna azadiyê mezin bikin. Niha li pêş me 7-8 navend hene. Di nava van navendan de Stenbol, Amed heye. Me di 19'ê Tebaxê de li Mêrdîn û Stenbolê starta vê pêngavê da. "    Temel, herî dawî da zanîn HDP'ê xwe xistiye bin rîskê û rîskê çareseriyê heye û wiha bi dawî kir: "HDP'ê gelek bedelên giran da. Hêzên emperyalîst naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Dixwazin pirsgirêka Kurd bê çareserî bihêlin. Lê îro HDP li ser piyan e. Divê pirsgirêka Kurdan bi gelê Tirkiyeyê re bê çareserkirin. Heta niha gelek kesan di tekoşîna aştiyê de jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes girtî ne. Lê em vî rîskî didin ber çavan û vê têkoşînê dimeşînin.Têkoşîna me ya aştî, demokrasî û çareseriyê gelek rîskan jî bi xwe re tîne. Li gel van riskan em têkoşîna xwe berdewam dikin. "    MA / Diren Yurtsever - Selman Guzelyuz