Bûldan li Bazîdê bi gerandina guvendê hat pêşwazîkirin 2020-08-21 14:19:07 AGIRÎ - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li Bazîdê bi lêxistina dahol-zirnê û gerandina guvendê hat pêşwazîkirin. Bûldan li vê derê bi axaftinek kurt kir û got: “Kes nikare keyfa me xirab bike. Ev gel her tim li ser piyaye.”  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navçeya Bazîd a Agiriyê dest bi yekemîn xebata xwe ya qonaxa 3’yemîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di çarçoveya bernameyê de çû navçeya Bazîdê û di ketina bajêr de, ji aliyê bi sedan kes ve hat pêşwazîkirin.  Bûldan piştî lêxistina dahol û zirnê û gerandina guvendê, bi konvoya hatibû avakirin re ket navenda navçeyê.    Gelê navçeyê Bûldan bi nîşaneyên serkeftinê û berzkirina dirûşmeyan pêşwazî kir û Bûldan jî gel silav kir. Bûldan li navenda navçeyê xîtabî girseya ji bo wê kom bibû kir û wiha axivî: “Bazîd ji bo HDP’ê navendek girînge. Gelê Bazîdê pir bi nirxe û gelek birûmet. Ji ber vê yekê me xwest, ji Bazîdê em dest bi bernameya têkoşîna xwe bikin. Ji bo vê pêşwazîkirina we, ez spasiya we dikim.”    'KES NIKARE KEYFA ME XIRAB BIKE’   Bûldan, di axaftina xwe de bal kişan ser Hevşaredara Bazîdê Yildiz Acar a ji partiyê hatibû îxrackirin û wiha  got: “Em baş dizanin ku gelê me di vê mijarê  de xemgîn bûye. Gelê Bazîdê ev rewş heq nekiriye. Lê wê kes nekare keyfa me jî xirab bike. Ev gel her tim li ser piyaye.”    Piştî axaftina Bûldan, gel ji bo hevdîtina li baxçeyê çayê pêk bê hat vexwedin. Piştre Bûldan û yên bi wê re dest bi serdanan dikandaran kirin.