Guven: Tirkiye ancax bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare azad bibe 2020-08-21 19:37:52   ÎZMÎR- Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku di çarçoveya ziyaretên KCD û DBP'ê de li Îzmîrê seredana saziyan kir. Guven got: "Tirkiye ancax bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare bigihîje demokrasoyeke rasteqîn."    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevberdevkê Kongreya Demokratîka Gelan (HDK) ê Îzmîrê Sabrî Gul, Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpeyuz serdena saziyên ked û demokrasiyê yên Îzmîrê kirin.    Heyetê di hevdîtinên xwe yên bi Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, Koordînasyona Bajêr a Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMO)  û Şaxa Jimare 2'yan a Egîtîm Sen a Îzmîrê de ji bo têkoşîneke hevpar bang kir.    Di hevdîtinê de Serokê Şaxa Egîtîm Senê Veysel beyazadam destnîşan kir ku di têkoşîna ked û demokrasiyê de Îzmîr xwedî roleke girîng e û got, KESK jî di vê têkoşînê de xwedî cihekî girîng e.    Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî anî ziman ku îqtidar ji sala 2015'an ve tecrîdê girantir kiriye û bi awayekî sîstematîk bi ser rêxstinên kdê de diçe. Bayindir got: "Bi zext û zoriyan tê xwestin ku têkoşîna azaiyê ya gelê kurd bê tepisandin. Lê belê li kurdistanê em bi awayekî topyekûn li dijî vê yekê têdikoşin. Pêdiviya me bi têkoşîna hevpar a metrepolan heye. Di têkoşîna ked û demokrasiyê de KESK xwedî roleke dîrokî ye, loma ji bo demokrasî bê Tirkiyeyê pêdivî bi têkoşîneke hevpar heye."    Dû re Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî. Guven, ewilî behsa armanca seredana heyetê kir. Guven, di axaftina xwe de baş işand ser rewşa muxalefeta sereke ya Tirkiyeyê û got, muxlaefeta sereke rola xwe pêk nayne. Guven, anî ziman ku îqtidra jî muxalefetê krîmînalîze dike û got: "Li vî welatî em dikarin zemîneke demokratîk û azad biafirînin. Divê gel HDK û KCD'ê baş fêm bike û xwedî li wan derkeve."    Piştî seredana li vê derê, heyet çû Odeya Bijîşkan a Îzmîrê. Serokê Odeya Bijîşkan Luftî Çamli heyetê pêşwazî kir.    Di seredanê de ewilî Çamli axivî û got: "Divê em ji bo cîhaneke bê şer, bê kedxwarî bi awayekî hevpar bitêkoşin. Ji ber pandemiyê qedexe zêde dibin. Me xwest em daxuyaniya xwe li nexweşxaneyê bikin lê nehiştin. Dixwazin qadên me teng bikin û em serî bitewînin."    ‘ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD PÊKAN E'    Piştî Çamli, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî. Guven, destnîşan kir ku AKP, saziyên ku bîat neke dixwaze wna bereterf bike û got: "Bi awayekî DAIŞ'varî tevdigere. Haya me ji vê heye. Lê heyjêhebûn tenê têr nake. Têkoşîna di vî warî de jî têr nake. Ji ber ku KCD perçeyek ji gel e van pirsgrêkan bi tevahîya saziyan re parve dike. KCD hat girtin. Xebatên kongreyê hemû hatin krîmînalîzekirin. Niha AKP bi polîtîkayên ji yên 12'ê Îlonê xirabtir li pêşiay me ye, lê KCD bi israr kar û barê xwe dike.    Guven, diyar kir ku Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare azad bibe û got: "Tirkiye ancax bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare bigihîje demokrasoyeke rasteqîn."    Herî dawî heyet seredana Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'ê kir. Heyetê hevdîtin bi Endezyarê amdenê Aykût Aydemîr re çêkir.    Di hevdîtinê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir li vê derê jî bal kişand ser têkoşîna hevpar.