‘Raqîbê ku herî hêsan Erdogan wî têk bibe Abdullah Gul e' 2018-01-05 10:19:02 ENQERE - Parlamenterê AKP'ê yê berê Ahmet Faruk Unsal, der barê rageşiya di navbera Gul-Erdogan a serê salê de dest pê kir wiha got: "Erdogan Gul wekî rabîkê xwe dibîne. Ji ber ku rakîbê ku Erdogan herî hêsan wî têk bibe Abdullah Gul e." Hikûmeta AKP'ê di dawiya sala 2017’an de 2 KHK weşandin. Bertek û nerazîbûnên li dijî van KHK'yan zêde bûn. Yek ji kesên bertek nîşanî van KHK'yan dan jî Serokomarê berê Abdullah Gul bû. Ji ber Gul KHK'yên dawî rexne kir, Erdogan bertiv da rexneyê û niqaşên di navbera Erdogan û Gul de zêde bûn. Piştî vê yekê Serokê AKP'ê Erdogan û rêveberên AKP'ê li dijî Gul eniyek ava kirin. Nivîskar Abdulkadir Selvî ê nêzî AKP'ê diyar kir ku ev niqaş têkildarî hilbijartina 2019'an e.    EV NIQAŞEK BI ZANEBÛN E    Gelek derdor diyar dikin ku derdora AKP’ê bi zanebûn hiqaşên bi vî rengî pêş dixin û dixwazin rojevê biguherînin. Derdorên cuda diyar dikin ku ji ber Erdogan dizane Gul raqîbê wî yê lawaz e dirarê xwe li wî tûj dike. Dixwaze wekî namzetê li dijî Erdogan bidin nîşan.    Parlamenterê AKP'ê yê berê û Serokê MAZLUMDER'ê yê berê Ahmet Faruk Unsal, der barê rageşiya di navbera Gul-Erdogan a serê salê de dest pê kir wiha got: "Erdogan Gul wekî rabîkê xwe dibîne. Ji ber ku rakîbê ku Erdogan herî hêsan wî têk bibe Abdullah Gul e." Unsal, anî ziman ku berî her tiştî îtîraza Gul li dijî bêcezakirina bersûcên sivîl e û wiha got: “Gul, piştre di daxuyaniyên xwe de got 'Ez KHK'yan diparêzim û min parastin. Min tenê ew xal îtiraz kirin. Min di vê xalê xwe xwe berpirsiyar dît.'    'VÎNA GEL TÊ TUNEKIRIN EW TENÊ BE XALEKÊ ELEQEDER DIBE'    Unsal, bertek nişanî helwesta Gul jî da û wiha got: "Divê berî her tiştî bê zanîn di KHK’yên dawî de tenê xalek mirov îtîraz bike tune ye. Tenê xalek wê jan jî nayên qebûlkirin. Hemû xal li dijî vîna gel in. Bi taybeti Piştî 15'ê Tîrmehê Îktîdara AKP û Qesrê vîna gel bay-pas (tune) kiriye. AKP bi KHK'yan dewletê bi rêve dibe. Di pratîkê de tê dîtin ku KHK bi taybetî ne li dijî darbeyê ye. Bi KHK yan rektoran ji nûve diguherîne. Lastîkên zivistanê, guhertina bajarok bibin navçe, guhertina endamên organên darazê û gelek mijarên din tu elexeya wan û darbeyê bi hev tune ye.  Divê berî her tiştî Gul li dijî tevahiya KHK'yên ku meclîsê û vîna gel bay-pas (tune) dike dengê xwe bilind bike."    Unsal, anî ziman ku bi vê helwesta Gul muxalefetek li dijî Erdogan dernakeve û wiha got: “Di pêşengiya Gul de muxalefetek dernakeve. Hêjmara wekîlên AKP û MHP'ê têra guhertina Qanûna Bingehîn dike. Kijan zagonê bixwazin dikarin biguherînin. Lê dîsa kîlît li deriyê meclîsê xistine. Bi KHK û fermanan welat bi rêve dibe. AKP û Erdogan bi israr Gul di rojevê de dihêlin. Ji ber ku wan wekî pariyê bi hêsanî daqurtînin dibînin e. Gul wekî raqîbê hêsan dibînin. Ji ber vê yekê niqaşê geş dikin. Tayyip Erdogan herî hêzan dikare li dijî Gul têkeve pêşbirgê. Ji ber ku ji seri heta binî bê helwest e. Bê îdîa û bê tercîh e. " "  KARÊ ENIYA 'NA' ZOR E LÊ PÊKAN E    Unsal, muxalifa ku heviya xwe bi Gul ve girê dide jî rexne kir û wiha got: “Di milê NA de jî hin kesên ku heviya xwe bi Gul ve girê didin hene. Ev ne rast e. Divê di milê NA de jî namzetek derkeve. Hem di nava Partiya Îyî, hem di nava HDP û hem jî di nava CHP û Saadetê kesekî ku deng ji AKP'iyan bigire zahmet e. Lê çiqas zahmet be jî pêkan e. Kesekî dewlet, aborî û siyasetê zanibe divê derkeve. Dema li koltixa serokatiyê rûnişt, dikaribe serokatiyê bike. Karê eniya "NA' zor e, lê ne nepêkan e. Divê mirov tu carî heviyên xwe qut neke.    MA / Kenan Kirkaya