Yilmaz: Wêneyê li Moskovayê peyama ji bo Tirkiyê û Amerîka ye 2020-09-06 09:01:30   STENBOL – Pispora Rojhilata Navîn Dr. Arzû Yilmaz hevdîtina MSD’ê ya li Moskovayê nirxand û got: “Rismê li Moskovayê hem peyamê dide Tirkiyê û hem jî peyamê dide Amerîkayê.”   Nûnerên Meclîsa Sûriya Demokratîk (DSM) ji bo hin hevdîtinan çûn Rûsyayê û li paytext Moskovayê bi rayedaran re hevdîtin pêk anîn. Pispora Rojhilata Navîn Dr. Arzû Yilmaz hevdîtinê nirxand.    ‘TEVÎ HEMÛ HEWLDANAN JÎ MSD LI CENEVRE NÎNE’    Yilmaz diyar kir ku di mehên dawî de şerê li Sûriyê wesfê xwe hinek guhertiye û bi qasî krîza pandeiyê bandora danekirin Amerîkya ya li ser rejîma Sûriyê ku Yasaya Sezar xist dewrê heye.    Yilmaz destnîşan kir ku ji bo rageşiya di navbera aliyan de biguhere nîne û got: “Di vê çarçoveyê de hem civîna li Cenevreyê û hem jî civînên MSD û Partiya Îradeya Gel a li Moskovayê ji rewşek nû wêdetir zora pozîsyonên îhtîlafî diçe. Di encamê de PYD û ENKS’ê li hev kirin û li gel peymana petrolê ya li gel Amerîkayê jî MSD di civîna Cenevreyê de tune ye. Ji roja ewilî ve Rûsya hebûna Rêveberiya Xweser a Rojava înkar nake lê pêngavek ku hem li Cenevreyê hem jî Şamê bide rûniştandin danayne holê.”    ‘WÊNE PAYEMEK HEM JI BO TIRKIYÊ HEM JÎ JI BO AMERÎKA YE’    Yilmaz bi bîr xist ku Tirkiye daxilkirina MSD’ê ya hevdîtinên li Cenevreyê veto kiriye û Tirkiye li pêşiya vê asteng e. Yilmaz da zanîn ku tevlînekirina MSD’ê ya hevdîtinan vetoya Tirkiyê girîng e û bi vê yekê re jî Şam, Amerîka û Rûsya para wan di vê astengiyê de heye. Yilmaz bal kişand ser hevdîtina MSD’ê ya li Moskovayê û got: “Rêya di navbera Qamişlo û Şamê de di Moskovayê de derbas dibe. Ji ber vê yekê jî rismê herî dawî yê li Moskavayê derket pêş payemek hem ji bo Tirkiyê bû hem jî ji bo Amerîkayê bû.”    MA / Ferhat Çelîk