Buldan: Pêvajoya çareseriyê ceza kirin 2018-01-06 11:42:14 AMED – Parlamentera HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku bi cezakirina Îdrîs Baluken re “pêvajoya çareseriyê” hatiye cezakirin û got: “Me carek din ji pêşbîniya birêz Ocalan re şahidiyê kir. Rastiya wan pêşbîniya îro derdikevin pêşiya me.”  8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li Parlamenterê HDP’ê yê Amedê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken 16 sal û 8 meh ceza birî. Piştî ceza li Baluken hat birîn ji Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê ku lê dimîne name şand û got: “Her çiqas ev biryar têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê bixetîmene jî, divê hemû gelê me baş bizanibe bedela wê çi dibe bila bibe heta dawiyê em ê girêdayî nirxên têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê bimînin. Di vî warî de ew vîna biryardar ku para me ye, dê hemû pêvajoya qirkirinên siyasî vala derbixe.”    Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê û Wekîla Serokê Meclîsê Pervîn Buldan a bi Baluken re di nav heyeta Îmraliyê de cih digirt destnîşan kir ku Baluken ji ber “pêvajoya çareseriyê” da meşandin hat cezakirin.    ‘ME ŞAHIDIYA PÊŞBÎNIYA BIRÊZ OCALAN KIR’    Buldan cezakirina Baluken wek “garabeta hiqûq” binav kir û got ku carek din hat nîşandan ku hiqûq li Tirkiyeyê nemaye. Buldan diyar kir ku cezakirina Baluken nayê qebûlkirin û wiha got: “Em baş dizanin ku Îdrîs beg, di nav siyaseta demokratîk de bi rolek çalak dixebitî. Ji bo siberoja Tirkiyeyek azad, demokratîk, aram, ronî û aştî hewldanên pir mezin kir. Bi taybetî Îdrîs beg di nav Koma Îmraliyê ya pêvajoya aştî û muzakereyê de cih digirt. Em demek dirêj bi hev re çalak xebitîn. Wek ku Birêz Ocalan anî ziman ‘Eger têkildarî çareseriyê zagonek dernekeve li pêş dibe ku hûn bi darvekirinê jî bên darizandin.’ Em hemû bûn şahid ku vê pêşbîniya birêz Ocalan çawa pêk hat.”    ‘JI BO YÊN AŞTIYÊ DIXWAZIN HEWLDANEK TAYBET HEYE’    Buldan da zanîn ku ji bo kesên aştî û demokrasiyê dixwazin hewldanek taybet ên hikumeta AKP’ê di darizandina Baluken de carek din dîtine heye û got: “Biryara hatiye girtin teqez ne hiqûqî ye. Biryarek siyasî ye. Cezayek siyasî hat birîn.”    Buldan anî ziman ku ji ber Baluken xebatên aştiyê dida meşandin ceza lê hat birîn û wiha dewam kir: “Îro em dibînin yên aştiyê diparêz in yek bi yek tên tasfiyekirin. Yên çareseriyê dixwazin dixin girtîgehan. Min û Îdrîs beg bi hev re xebat dida meşandin. Ew niha li girtîgehê ye û ez jî li derve me. Lê sibê du siba kî wê li ku be ne diyar e. Em di pêvajoyek ne diyar de dijîn.”    ‘BI TÊKOŞÎNÊ PÊKAN E’    Buldan destnîşan kir ku bi girtîgeh bûne cihê girtina nivîskar, ronakbîr, akademîsyen û siyasetmedaran û wiha got: “Hemû girtîgeh bi mirovên aştîxwaz û demokrasîxwaz tije kirine. Îdrîs beg jî yek ji van e. Bi kurtasî ne pekan e em van cezayan qebûl bikin. Em ê serî li riyê hiqûqî bidin lê rast e îro jixwe hiqûq jî nemaye. Em dikarin van cezayan bi gelê xwe re têkoşîn meşandin betal bikin û ji holê rakin.”    ‘AŞTIYÊ CEZA KIRIN’    Buldan di dawiya axaftina xwe ev nirxandin kir: “Ya girîng ew e ku aştiyê cezakirin e. Em dikarin bi ruhekî hevpar û têkoşînek bi hev re carek din wê pêvajoyê biafirînin.”    MA / Rifat Şahîn - Devran Toptaş