Baydemîr: Beriya dor bê Çanakkale û Îzmîrê em demokrasiyê biparêzin 2018-01-06 14:18:17   BURSA – Wekîlê HDP’ê Osman Baydemîr di konferansa partiya xwe ya li Bursayê axivî û got: “Heta ku hevşaredarên kurd di girtîgehan de bin, ewlehiya şaredarên Çanakkale û Îzmîrê tune ye. Hêj dor nehatiye we xwedî li demokrasiyê derkevin.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berî Kongraya Awarte ya di 11'ê Sibatê de pêk bîne, li Bursayê Konferansa Herêmê li dar xist. Konferans li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yildirimê pêk hat û pankarta “Ber bi kongreya 3’yemîn ve em li berxwe didin, bi hêz in û bi biryar in” hat daliqandin. Wekîlê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr, Alîkarên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Sezaî Temellî û Fatma Kurtulan, Endamên Meclîsa Partiyê yên HDP'ê, Hevserokên HDP’ê yên Herêma Marmarayê û reveberên HDP’ê, gelek delge û welatî beşdarî konferansê bûn.    'BAWERIYA DEMOKRASIYÊ JEHRKUJIYA FAŞÎZMÊ YE’    Baydemîr axaftina vekirinê kir û diyar kir ku demokrasiyek pê bawer jehrkujiya faşîzmê ye û got: “Ji bo HDP li dijî faşîzmê ye, her tim di bin pêlên êrîşan de ye. Ji dîroka komarê heta niha li ser vê axê fikrek wek ê HDP’ê peyda nebûye û ev ax bi siyasetek wisa re nehatiye nasîn. Tevahiya dîroka komarê gelek netew û bawerî dijîn. Tu demê sîwanek wek a HDP’ê ji bo netew û baweriyan venebûye.”    'EM Ê TEQEZ BI SERKEVIN’    Baydemîr destnîşan kir ku HDP di 5’emîn salvegera damezrandina xwe de di pêvajoyek herî krîtîk a di dîroka Tirkiyeyê de derbas dibe û wiha dewam kir: “Bi vê wesîlê di serdema herî krîtîk a dîroka me û Tirkiyeyê de kongreya xwe ya mezin û konferansên xwe pêk tîne. Ev konferans û kongre ji bo siberojek ronî dê bibe mizgînî. Bêyî ku têkoşîna me gav paş de biavêje dê têkoşîna xwe xwedî derketina nirxan û mirovahî bidomîne. Teqez û teqez em ê bi serkevin.”    'EM BI TASFIYEKIRINA HERÎ DÎROKÎ RE RÛ BI RÛ NE’   Baydemîr da zanîn ku ew bi operasyonên tasfiyekirinê yên herî mezin ên dîrokî re rû bi rû dimînin û wiha axivî: "Çawa ku vê tevgerê di 7’ê hezîranê de serkeftinek ewil bidest xist, dixwazin vê fikrê ceza bikin. Çi dikin bila bikin ew ê negihîjin armanca xwe. Serkeftina me encama têkoşînadayîn, biryardarî û wêrekiya hevalên me yên di oxira têkoşîna demorkasiyê de bedel dane û girtî ne. Ji 10 hezarî zêdetir hevrêyên me hatin binçavkirin. Ji 5 hezarî zêdetir aktîvîst û hevalên me di girtîgehê de ne. Hevşaredarên me girtin û avêtin girtîgehê. Em carek din ji Bursayê dipirsin. We wan girt çi ket destê we? We çi xêrê ji bo vî welatî kir? We kîjan pirsgirêkê çareser kir? We bi vê polîtîkaya tunekirinê çi çareser kir? Wekîlî û endamtiya hevseroka me ya giştî Fîgen Yuksekdag daxistin. Gelek wekîlên me di girtîgehê de ne. Hevserokê me yê giştî Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê de ye. Lê tiştek neket destê we.”    ‘MEHKÛMÊ WINDAKIRINÊ NE’   Baydemîr da zanîn ku AKP hilbijartinan tenê ji bo bê desthilatdariyê, wekî amûrekî dixebitîne û wiha axivî: "Tiştekî ku raya giştî ya Tirkiryeyê û hêzên demokrasiyê bizanibin heye. Bêguman hilbijartin ji bo hatina desthilatdariyê amûrek e. Lê hilbijartin di bingeha xwe de tişteke din jî dihewîne. Çawa ku hilbijartin amûrekî hatina desthilatdariyê be, amûreke çûyîna ji desthilatdariyê ye jî. Desthilatdariya li hemberî me, tenê hilbijartinê ji bo hatina desthilatdariyê pêk tîne. Ji xwe OHAL ev e. Bi KHK'an rêvebirina welat ev bi xwe ye. Li Bursayê banga me ya ji bo hêzên demokrasiyê ye. Heke bi rastî jî dixwazin di hilbijartinan de demokrasiyê ava bikin, divê heta hilbijartinan bingeha demokrasiya welat ava bikin."    Baydemîr bal kişand ser girtina Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Îdrîs Baluken, Çagla Demîrel û bi hezaran girtiyên din û aşkera kir ku heta ew di girtîgehê de bin, ewlehiya kesî tune û wiha pê de çû: "Heta Gultan Kişanak, Nurhayat Altun û bi dehan hevşaredar di girtîgehê de bin, ewlehiya şaredarên Çanakkale û Îzmîrê tune. Hêj dor nehatiye we xwedî li demokrasiyê derkevin."   ‘DÊ PIÇO PIÇO BI DIFINA WAN RE BÊ’   Baydemîr da zanîn ku heke Sûriye îro di vê rewşê de be, sedema wê polîtîkaya rejîmê ye û wiha lê zêde kir: "Polîtîkaya wan e esasî ew e, daxwazên mafdar ên gel bitepisînin. Îro li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gel demokrasiyê dixwaze. Wê demê tişta ku rejîma totalîter bijî têkçûn e." Baydemîr herî dawî der barê çûyîna ji Stenbolê heta Bursayê de û zextên li dijî xwe jî ev agahî dan: "Heyeta me heta ji Stenbolê çû Duryana Demîrtaş a Bursayê, bi tiştî 90 lîre da Delî Dumrulan. Ne 90 lîre, hûn bawer bikin nelêrêtiya 90 salî dikin. Welat şêlandin. Hemû tiştên ku dizî ne dê piço piço di difina wan re bê. Ji ber ku heqê sêwiyan di vir de heye."   Konferans bi nîqaşan berdewam dike.