Bîlgen: Wê ev kongre berpirsiyarên awarte li me bar bike 2018-01-07 13:54:52   WAN / STENBOL- Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku nêviyê welat veguheriye girtîgeha nîvvekirî û nêviyê din jî veguheriye tîmarxaneyê û ew di şert mercên Rewşa Awarte de ber bi kongreyê ve diçin. Bîlgen wiha got: "Her çi qas bi awayekî fermî kongreyeke asayî be jî, lê wê kongreyeke ku bi awayekî fiîlî berpirsiyariyên awarte li me bardike be."    HDP, di çarçoveya amadekariyên kongreya ku dê di 11'ê Sibatê de li dar bixe, dest bi lidarxistina konferansên herêmî kiribû. Îro konferans li Wanê hat lidarxistin. Konferans li Eywana Konferasnê ya Erekê ya li avahiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê hat lidarxistin. Li eywana konferasnê pankartên li ser "Ber bi kongreya sêyemîn ve em hêzdar in, bibiryar in" û "Gotineke me heye, hêzek me ya em biguherînin heye" hatin daliqandin. Tevî Berdevkê Partiyê yê HDP'ê Ayhan Bîlgen, Alîgirê Hevserokatiya Giştî Nadîr Yildirim, Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û parlementerên herêmê Mehmet Emîn Adiyaman, Mizgîn Irgat, Bedîa Ozgokçe Ertan, Nîhat Akdogan, Lezgîn Botan, Adem Geverî, Celadey Gaydali rêveberên partiyê yên Wan, Colemêrg, Erdexan, Qers, Îdir, Agirî, Mûş û Bedlîsê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê gelek kes tev li konferansê bûn.    Piştî rêzgirtinê Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen axivî.    POLÎTÎKAYA HIKÛMETÊ YA 2018'AN ROJAVA YE   Bîlgen balê kişand ser geşedanên diqewimin û rojeva heyî û li hemberî van geşedan û rojevê wê sekna wan û helwesta wan çawa be û ev tişt gotin: "Di sala 2017'an de Tirkiye di kîjan warî de bi ser ket? Eger bi ser ketibe, ew jî di tiştekî tenê de bi ser ketiye. Li Iraqê referandûma kurdan li gor xwe asteng kir. Di sala 2018'an de jî hedefa wî hemû ew e ku li Rojavayê kurd tiştekî bi dest nexin." Bîlgen got ku Tirkiye li Sûriyeyê li gor xwe muxalifan kom dike û hewl dide artêşekê çê bike û bi van artêşên ku her kes texmîn dike dê li hemberî kê bi kar bîne, li Hatayê civînan çê dike. Bîlgen wiha domand: "Lê belê sivîlên ku li Îranê daketine kuçeyan û bi awayekî demokratîk bertekên xwe nîşan didin jî wek dijmin îlan dike. Tu yê li Sûriyeyê artêşê ava bikî, lê tê tehamulî tepkiyên demokratîk ên li Îranê nekî. Çawa polîtîkaya wê ya Rojhilata Navîn bêserûpê be, têkiliyên wê yên bi Rojavayê (ya cîhan) re jî evqas bêserûpê ne. Êdî hêviya ji îxracatê nemaye. Li derve wê rêzgiriya xwe ya gotinekê bêje, wek mumamleya dewletekê tev bigere winda kiriye. Nûnerekî dewletê bi kirîna çend balafir û fuzeyan û dibêje heqê wan çi be em ê bidin, polîtîkaya derve pêş ve dixe."     NÊVIYÊ WELAT GIRTÎGEHA NÎVVEKIRÎ, NÊVIYÊ DIN TÎMARXANE YE    Bîlgen destnîşan kir ku li derve hikûmet ketiye vî halî û li hundur jî êrîşî goristan û kêlikan dike. Bîlgen destnîşan kir ku Tirkiye veguheriye welatekî ku nêviyê wê girtîgeheke nîvvekirî û nêviyê wê yê din jî tîmarxane ye. Bîlgen ve tişt gotin: "Em di şert û mercên Rewşa Awarte de ku qerimîna aqil û bêwijdanî gihaştiye asta herî jor de siyasetê dikin û têdikoşin. Di van şert û mercan de kongreya ku em ê li dar bixin tu bikî nekî wê ne kongreyeke asayî be. Her çi qas bi awayekî fermî kongreyeke asayî be jî, lê wê kongreyeke ku bi awayekî fiîlî berpirsiyariyên awarte li me bardike be. Wê kongreyeke ku divê em hemû hewl bidin û bi fidakarî tev bigerin be."   DI HDP'Ê DE YÊN BIRYARAN DIDIN NE MILÎTANÊN KLAVYEYÊ, YÊN BEDÊLDAYÎ NE    Bîlgen destnîşan kir ku HDP partiya ciwan, jin û zarokên ku li ber deriyên girtîgehan mezin bûne û wê partiyeke bi vî rengî tu kesên ji bo wê xizmet kiriye ji bîr neke û wê bêwefatiyê li tu hevalên xwe neke. Ayhan bi lêv kir ku lê belê hin kes di vê dema ew ber bi kongreyê ve diçin de, ji bo ew nîqaşên polîtîk yên wan plansaziya wan kiriye nekin û der barê jiderheqderketina pêvajoyê zelalbûneke siyasî nedin der û bi kêmasiyên xwe re rû bi rû nemînin, wek partiyên dûzenê li ser navan nîqaş dikin. Bîlgen diyar kir ku siyaseta HDP'ê ne siyaseteke bi vî rengî ye û di HDP'ê de yên biryaran didin ne milîtanên klavyeyan e, tenê yên bedêldayî biryaran didin.    Bîlgen di dawiya axaftina xwe de got ku ew hêvîdar in ev kongre bibe munasebeta xwendineke baş a siyasetê û bi awayekî baş nirxandina rewşa Tirkiyeyê û xebatên bi baweriyî û briyardar.    Piştî axaftina Bîlgen konferans ji çapmeniyê re hat girtin û bi awayekî girtî domand.    STENBOL   Di çarçoveya amadekariyên kongreyê de li Stenbolê li Taksîm Hîll Otelê konferans pêk tê. Konferans bi awayekî ji çapemeniyê re girtî dest pê kir. Pêkhateyên HDP'ê, akademîsyen, nivîskar û hunermend jî tev li konferansê bûn. Wê nîqaş û pêşniyarên der barê pêvajoya kongreyê de bên kirin. Tê payîn ku wê konferans heta danê êvarî berdewam be.    Wê Konferansa Herêmê ya Stenbolê jî, di 13'ê Çileyê de bê lidarxistin.