Bîlgen: Komkujiya Parîsê li dijî daxwaza aştiyê bû 2018-01-09 14:17:13 ENQERE – Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen di civîna koma HDP’ê de axivî û li ser kuştina 3 jinên siyasetmedar ên li Parîsê sekini û got: “Xwedî gravî li aliyêkî ‘Bila dayik negirîn’ destê aştiyê dirêj kirin, bi destê din jî rê nîşanî tetikkêşan dan. Ev komkujî li dijî daxwaza aştiyê ye.”  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna koma xwe ya meclîsê pêk anî. Ji Eskîşehîrê rêveberên HDP’ê û welatî, dayika Semîh Ozakça yê di greva birçîbûnê de Sultan Ozakça, Parlamenterên BDP’ê yên berê Levent Tuzel û Hamît Geylanî beşdarî civînê bûn.    Di civînê de Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen têkildarî mijarên di rojevê de nirxandin kir.    Bîlgen, weke her hefteyê bi silavkirina Hevserokên Giştî yên HDP’ê, wekîlên girtî, rêveberên û endamên HDP’ê yên girtî û rojnamegerên girtî dest bi axaftina xwe kir.    ‘LI ALIYEKÎ DESTÊ AŞTIYÊ LI ALIYEKÎ DESTÊ TETIKKÊŞIYÊ’    Bîlgen li ser 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 5 sal berê niha li Parîsê hatin kuştin sekinî û wiha got: “9’ê Çile sembola dîroka bêtehamuliya li dijî jinan e. Komkujiya Parîsê, bûyerek divê ji aliyekî ve jî hevkariya navnetewî bê dîtin. Ev sosretî û pêkanîna dewletan dide nîşandan. 3’ê çile 2013’an li Îmraliyê civîna ewil pêk tê, bi ser re heftiyek derbas nebû ev komkujî pêk tê Xwedî gravê li aliyêkî ‘Bila dayik negirîn’ destê aştiyê dirêj kirin, bi destê din jî rê nîşanî tetikkêşan dan. Ev komkujî li dijî daxwaza aştiyê ye. Berî ku 36 roj şûn ve Omer Guney bê darizandin îdiaya mirina wî dê derbasî sabiqa Fransayê bibe.”    BÎLGEN CEZAKIRINA SIYASETMEDARAN REXNE KIR    Bîlgen pişt re li ser cezakirina di nav hefteyek dawî de ku siyasetmadarên HDP’ê û DBP’ê rawestiya.    Bîlgen destnîşan kir ku cezayê hatin dayîn biryarên mehkûmkirina ‘aştiyê’ ye û wiha axivî: “Înfazên li dijî aştiyê çiqas balkêş bin biryarên dadgehan ên li dijî aştiyê jî ewqas girîng in. Tenê di nava hefteyekê de wekîlên me û hevserokên me rastî cezakirinê hatin. Her hefte siyasetmedar para xwe ji cezakirinê digirin. Ev mehkûmkirina siyaseta demokratîk e. Birêz Balûken ji axaftinên mitîng û civînên çapemeniyê tê darizandin û cezakirin. Tehamulî li dijî îfadeyên li ser kursiyê tune ye. Me ji vê fêm kir lê ber ne nivîsandine jî hatin cezakirin. Ji ber hesabek medya civakî ne aîdî wî ku parvekirina pêk aniye ceza dane. Li gel di girtekên meclîsê de wê rojê li Meclîsê bûye jî bi îdiaya beşdarî merasîmek cenaze bûye ceza dane. Dema tu aştiyê bixwazî tişta tu ne nivîsînî û beşdar nebî jî dibe sedema cezakirinê.”    NAVÊ DOZGER DI ‘DOSYEYA MÎT’Ê DE DERBAS DIBE    Bîlgen da zanîn ku dozger Ahmet Karaca yê fezlekeyan amade kiriye di heman deme de navê wî di “dosyeyên MÎT’ê” de jî derbas dibe û got: “Ev dozger ‘xayîn’ tê îlankirin, lê dosyeyên ji bo Baluken tên amadekirin dibin hinceta mahkûmiyetê.”    Bîlgen herî dawî KHK û OHAL jî rexne kir û anî ziman ku dema AKP'ê Qanûna Bingehîn ji holê rakir û her tişt bi KHK'yan bi rêve bir bila tu kes şaş nemîne. Bîlgen, destnîşan kir ku ger wisa biçe dê êdî tu rol û rista daraz, Qanûna Bingehin û meclîsê nemîne û dê her tişt bibe KHK. Bîlgen, xwest her kes li dijî KHK û OHAL'ê dengê xwe bilind bikin û nerazîbûnên xwe bînin ziman.    Bîlgen, bal kişand ser kongreya HDP'ê ku di 11'ê Sibatê de pêk bînin û xwest her kes ji niha de bi rexne û pêşniyarên xwe tev li kongreyê bibin û hêzê bidin wan. Bîlgen, destnîşan kir ku ew bawer dikin ku dê bi hêzkir û xurtir kongreyê pêk bînin û têkoşîna demokrasiyê bêtir xurt bikin.