Bûldan: Dozgerê operasyonê Erdogan e 2020-10-06 14:26:08 ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de komploya siyasî tê amadekirin û got: “Dosyeya vê operasyonê bixwe li Qesrê hatiye amadekirin. Dozgerê vê dosyeyê jî Erdogan û zavayê dozger e.”    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di Komcivîna Meclîsê ya partiya xwe de axivî û geşedanên di rojevê de nirxand.    Bûldan di axaftina xwe zêdetir bal kişand zextên li ser HDP’ê. Beşek ji axaftina Bûldan a Komcivînê wiha ye:    “Ne wê kompoloyên siyasî yên îqtîdarê û ne jî faşîzm dikaribe dengê HDP’ê qût bike. Nîvê me di girtîgehê de be jî wê HDP ji bo têkoşîna aştî, demokrasî, azadî û parastina nirxên gelan li ser pêya be.    NAVÊ BERXWEDANÊ HDP YE’    Bi ‘Lêpirsîna Kobanê’ re piştevaniya ji bo HDP’ê zêde bûye û her diçe mezintir dibe. Vaye em ê bi vê piştevaniyê re ber bi serkeftinê ve bimeşin. HDP kevneşopiya dîrokî û civakî xwedî têkoşînek bi hêz e. Vê kevneşopiyê her tim xwe li ser pêya girt û hebûna xwe parast. Ji niha şûn ve jî wê xwe biparêz e. Bi taybetî dixwazin viya destnîşan bikim; Em tenê HDP’iyek jî bimînin em ê bibin dengê mezlûman û bibin bêhn sitendina gelan. Çimkî HDP tenê ne tevgerek siyasî ye. Awayê jiyanê ku fikrên wê azadî û wekheviyê aj dide ye. Heke navek din ê jiyankirinê berxwedan be, navê berxwedanê jî HDP ye. Yên ku her roj fermana operasyonên bi ser HDP’ê de didin hêj ji me fêm nekirine. HDP wek we ne şirketek berjwendiyê û hevkarê rantê ye. HDP nasname, bawerî ye. HDP hevkariya têkoşîna bi milyonan e. Hevkariya têkoşîna her tim ji bedel dayînê re amade ye.   KOMPLOYA DARAZÊ    Bi fermana şirîkatiya komploya AKP-MHP’ê di 25’ê Îlonê de li dijî partiya me operasyona komployek siyasî pêk anîn. 17 hevalên me bi komploya darazê hatin girtin. Hêceta girtina wan jî xwepêşandanên Kobanê yên sal berê ne. Xwedîgiravê HDP’ê serhildanê daye destpêkirin. Bi ser bûyeran re 6 sal derbas bûye. 6 sal fikirî ne ka wê çi bikin. Biryara operasyona li dijî partiya me dane. Biryarên derew dane û hêcetên pûç rêz kirine. Niha em bi bayê derewan re rûbirû ne. Teoriya Derewên Mezin a Wezîrê Propagandaya Nazî di dewrê de ye. Li gorî vê ‘hûn derewekî hezar car bêjin, wê derew ji derewbûna xwe derkeve, wê eynî bibe rastî.’ Niha jî diyar e ku îqtîdarê van gotinan ji xwe re kiriye rêber û em bi îqtîdarek wiha derewkar re rûbirû ne. Bi taybetî dixwazin vê îfade bikim; Derewkarî bûye navê îqtîdarê.   PROVAKASYON   Îro salvegera 6’ê Cotmehê ya çalakiyên Kobanê ye. Ez ji vir hezkirin û hurmet gelê Kobanê silav dikim. DAIŞ’ê piştî qirkirina li Şengalê li dijî civaka êzidî pêk anî, di 15’ê Îlona 2015’an de li Kobanê qirkirinê da destpêkirin .Gelê Kobanê jî bi rûmetî jiyan, mal û milk û axa xwe parast. Di wê pêvajoyê de li Tirkiyê û li 70 welatên cîhanê xelk bi gelê Kobanê re bû û ji bo wan li ser pêya bû. Şermezarkirina DAIŞ’ê beriya 7’ê Cotmehê dest pê kiribû. Tenê daxwaziyek hebû, ew jî rawestandina komkujiyên DAIŞ’ê bû û vekirina korîdora alîkariya mirovî ya ji bo Kobanê bû. Di şermezarkirina DAIŞ’ê ya roja 7’ê Cotmehê de li Gimgimê ciwanê me Hakan Buksur ê 25 salî bû armanca guleyên polîsan û hat qetilkirin. Ew tam provokasyonek bû.    HÊZÊN PARAMÎLÎTER Û NIJADPEREST XISTIN DEWRÊ   Belê heman rojê Erdogan li Dîlokê bi hezkirinek mezin got ‘Wa Kobanê ket û dikeve.’ Ev gotin tam jî bûn sedema mezinkirina hêrsa gel. Pişt re hêzên paramîlîter û komên nijadperest bi awayek rêxistinkirî û organîzeyî daxistin kolanan. Xwînê rijandin ser bertekên demokratîk. Heke komkujiya li Gimgimê û daxuyaniyên tevdanê yên Erdogan nebûna, polîs û eskeran sîleh bikar neanîna wê mirin çênebûna. Heta ku muaxeleyên dewletê dest pê nekiribûn di xwepêşandanan de tu tundî neqewimî bû. Yên jiyana xwe ji dest dan bi piranî alîgirên partiya me bûn. Bi guleyên polîs 3u eskeran hatin kuştin. Bi êrişên komên nijadperest hatin qetilkirin. Hêj em bi êşa wan însanên xwe dijîn.    WEZÎRÊ KARÊN NEVXWEYÎ ŞAHID E    Ne HDP’ê bûyeran dest pê kiriye. Berevajî vê yekê HDP ji bo çalakiyan belav bike di nava hewldanan de bû.  Wê serdemê û piştî wê serdemê jî. Bi taybetî şandeya me di kêliya bûyeran de 48 saetan li Wezareta Karên Navxweyî bû. Serokwezîrê demê, Wezîrê Karên Navxweyî û Musteşarê Ewlehiya Cemaweriyê cahidê vê yekê ne. Piştî rawestandina bûyeran bi taybetî nûnerên hikumetê spasiyê xwe li partiya me kirin. Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê ji şandeya HDP’ê ya muzakereyan birêve dibir re gotibû ‘Di nava hêzên ewlehiyê de hêzên nayên kontrolkirin hene.’ Ew jî bi xwe di ferqa vê yekê de bûn. Hêzên xwepêşandana guhertin û arasteyî komkujiyan kirin dewlet bi xwe bû. Lê li gel dizanin jî dixwazin ser rastiyan bigirin û em şahidya vê yekê dikin. Em dizanin derdê wan çi ye. Dixwazin berpirsiyariya kuştinan bixin stûyê HDP’ê û ev yek jî ji bilî komploya siyasî ne tiştekî din e.    OPERASYON TOLHILDINA KOBANÊ YE    Xwestin bidawîanîna pêvajoya çareseriyê plan bikin. Lê bi ser neketin. Ev operasyona tolhildana neketina Kobanê ye. Heke Kobanê li ber xwe neda û dinya xwedî liv ê derneketa, Kobanê biketa, niha DAIŞ’ê li aliyê din ê sînor dewletek ava kiribû. Wê niha ala wê ya reş cînarê Tirkiyê bûya. Û wê nûnertiya xwe ya mezin jî li Tirkiyê vekirina. Plana dagirkerî û komkujiyan hemû li ser Tirkiyê dê birêve bibirina û wê li vir bikirina. Tabî heke Kobanê biketa.    OPERASYON LI QESRÊ HATIYE AMADEKIRIN    Heke li hêceta banga tundiyê digerin bila ewilî li provokasyona Gimbimê û gotinên ‘Kobanê ket û dikeve’ binêrin û li gorî wê biryar bidin. Ez pir eşkere dibêjim; ji mirin abi dehan însan îqtîdara AKP’ê û hêzên paramîlîter ên di nava dewletê de berpirsiyar in. Dosyeya vê operasyonê bixwe li Qesrê hatiye amadekirin û dozgerê vê dosyeyê Erdogan û zavayê dozger e. Erdogan dibêje ‘dozgerê me hesabî çalakiyên Kobanê dipirse.’ Li holê darazek nîne ku hesap bipirse. Hûn qala kîjan darazê dikin? Hûn qala wê daraza ku ketiye bin fermana te û şirîkên te. Dibêje berdin, berdidin. Dibêjin bigirin, digirin. Birêz Erdogan bi rastî em dixwazin li vir ji te re bêjin; ew ne daraz e, hêzên operasyona we ne. Daraza rasteqîn girêdayî hiqûq, edalet û heqîqetê ye. Ne girêdayî Qesran û îqtîdaran e.”    'WÊ GELÊ QERSÊ BIÇE TESLÎM NEBE'    Bûldan bal kişand ser tayînkirina Qeyûmê Qersê û got: "Dibe ku hûn şaredariyê bi awayek dij hiqûq desteser bikin. Lê belê qet hûn nikarin vîna gelê Qersê teslîm bigirin. Wê gelê Qersê qeyûmê ji dizî, talan, neheqî û bêhiqûqiyê re dibêje 'amîn' wê qebûl neke. Wê gelê Qersê vê dizî û bêariya we ji bîr neke. Qeyûm ewilî meclîsa şaredariyê betal kir û hesabê kurdî jê bir. Meraq nekin wê Qelê Qersê jî we paqij bike."   AVÊTINA WELATIYAN A JI HELÎKOPTÊRÊ   Bûldan bal kişand ser avêtina ji helîkoptêrê ya Servet Tûrgût û Osman Şîban û got: "Êşkenceya salên 90'î û JÎTEM'ê dubare dikin. Em dizanin ku hûn JÎTEM'a xwe birêxistin dikin. Li şûna Torosên Spî welatiyan ji Helîkoptêrê diavêjin. Qey tu yê bêjî ev rastî nayên zanîn û dixwazin ser bûyerê bigirin. Hûn rastiyê ji kî vedişêrin. Însanetî, derew û dijminatiya we li holê ye. Rastî wek roniya rojê li holê ne."    BINÇAVKIRINA ROJNAMEVANAN ŞERMEZAR KIR    Bûldan binçavkirina nûçegihanên Ajansa Mezopotamya yên Wanê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala jî nirxand û got: "Vê sibehê rojnamevanên êşkenceya helîkoptêrê eşkere kirin û piştrast kirin binçav kirine. Dixwazin tola xwe ji rojnamevanan bistînin. Ez vê operasyonê şermezar dikim. Rojnamevanên we bêhiqûqî binçav kiriye demildest berdin."