Afîşên bi kurdî birin meclisê 2018-01-10 11:28:03   ŞIRNEX - Wekîla HDP'ê Leyla Bîrlîk, afîşên ku qeyûmê Şaredariya Cizîrê li ser otobusan rakirin bir meclisê û bi pêşnûme pirsekê ev ji Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu pirsî.   Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Leyla Bîrlîk, bal kişand ser afîşên bi zimanê kurdî yên ku bi fermana qeyûmê Şaredariya Cizîra Şirnexê ji otobusan rakirine û ev mijar bir meclisê. Bîrlîk di pêşnûme pirsek ku da meclisê de, xwest Wezîre Karê Hundur Suleyman Soylu bersivê bide pirsên wê. Bîrlîk dibistanên wekî Nûbihara Piçûkan a Zarokan, Bêrîvan û Melayê Cizîrî ku bi zimanê kurdî perwerde dinan jî bi bîr xist û aşkera kir ku ev dibistan jî hatine girtin û ev wekî polîtîkayeke taybet a li dijî kurdî pênase kir.   Bîrlîk ji bo Soylu bibersivîne ev pirs pirsîn:   * Çima zimanê bi milyonan kurdî wekî sûc tê dîtin?   * Sedema rakirina afîşên bi zimanê kurdî yên di otobusên nava bajêr de çî ye?    * Her çendî mirovên pispor aşkera dikin ku perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo zarokan tişta nebe nabe ye, çima saziyên bi zimanê kurdî perwerdeyê didin tên girtin?   * Piştî li Cizîrê dibistan hatin girtin û afîşên bi zimanê kurdî yên li ser otobusên bajêr hatin rakirin, gelo der barê qeyûmê ferman dayî de lêpirsîn hatiye destpêkirin?   * Dê kêngê li Tirkiyeyê zimanê kurdî bigihêje statuya qanûnî?