Babacan: Yên hatine bijartin îradeya gel in 2020-10-10 15:06:36 AMED – Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan bi boneya kongreya partiya xwe hat Amedê û çû serdana DTSO’yê. Babacan bertek nîşanî girtina hevşaredarên HDP’yî da.    Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan bi boneya beşdarî Kongreya Asayî ya Rêxistina Partiya xwe ya Amedê bibe hat bajêr. Babacan ewilî çû serdana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (DTSO) ya Amedê û bi karsazan re civiya. Gelek nûnerên saziyan beşdarî civînê bûn.    KAYA: PIRSGIRÊKA KURD KÛRTIR BÛ    Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya destpêkê axivî û diyar kir ku serdana Babacan ji bo wan bi watedar e û di 15 salên dawî de Amed di mijara pirsgirêka kurd û aboriyê de li paş ketiye. Kaya anî ziman ku gelek îqtîdar bi razemeniya aborî nêzî çareseriya pirsgirêka kurd dibin û lê asta ku ew hatinê pirsgirêka kurd kûr bûye û di warê aborî de jî krîzên cidî rû didin.    ‘REWŞA TIRKIYÊ DIŞIBE REWŞA NEXWEŞEK’    Pişt re Alî Babacan axivî û bal kişand ser tengaviya aborî ya Tirkiyê û got polîtîkaya hikumetê ya aboriyê rastiyê nîşan nade. Babacan diyar kir ku li welat niha jiyan pir biha bûye û li her deverê pirsgirêkên bêkariyê hene û însan bi hejariyê rûbirû mane. Babacan got halê hazir rewşa Tirkiyê dişibe rewşa nexweşek ku nexweşiya xwe înkar dike ye.    TAYÎNKIRINA QEYÛMAN    Babacan bal kişand ser pirsgirêka edalet, daraza serbixwe û demokrasiyê û girtina parlamenter, rêveberên berê yên HDP’ê û girtina Hevşaradarên Qersê û endamên meclîsa Şaredariyê. Babacan got: “Em di pêvajoyek ku hilbijartin jî bêwate bûne de derbas dibin. Em dibînin ku însanên hatine bijartin serê sibê bi biryarên îdarî li malên xwe tên binçavkirin. Dixwazî bila serok şaredar be, dixwazî bila endamên meclîsa şaredariyê bin û dixwazî bila parlamenterên li Meclîsê bin. Însanê hatine bijartin, li pey wan îradeya bi hezaran heye. Ev tê wateya ku îradeyek wan bijartiye. Ji wezîfegirtina hilbijêrek tenê û tenê darazek serbixwe ve werin darizandin. Berevajî vê yekê hûnê sindoq û hilbijartinê bêwate bikin. Em nikarin bêjin li welat demokrasî heye.”    Piştî axaftinan civînê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.