AKP û MHP’ê tifaqa hilbijartinê ava dikin 2018-01-11 14:39:08 ENQERE – Berdevkê AKP’ê Mahîr Unal daxuyand ku bi MHP’ê re ji bo tifaqa hilbijartinê komîsyonek hevpar a ji sisê sisê kesan pêk bê ava bikin.  Berdevkê AKP’ê Mahîr Unal piştî civîna Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî beşdar bû daxuyanî da. Unal bal kişand ser naverok û beşdarvanên civînê û got: “Birêz Serokomarê me duh bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re hevdîtin pêk anî. Em tifaqê wek mutabakatek millî dibînin. Gavên ewil ên bi MHP’ê re erênî ne. Dê pêvajoya pêşiya me bi riya komîsyonan ev mesele wek teknîkî bê xebitandin. AKP di çarçoveya qanûnan de li ser mijara tifaqê dixebite. Ji bo tifaqa hilbijartinê komîsyonek hevpar a ji sê û sê kesan dê pêk bê bi hevkariya Ak Partî û MHP’ê bê avakirin.”