Ji bo avakirina Sûriyeyê Çînê zend û bend badan 2018-01-12 11:35:56 QAMIŞLO - Bajarên Sûriyeyê yên di şerê demdirêj de bi erdê ve kirin yek, Çîn ket dewrê û dê herêmên di destê rejîmê de ji nû ve ava bike. Bi dehan şirketên Çînê, ji bo bajaran ji nû ve ava bikin, li derûdora Şamê herêmên sanayiyê ava kirin. Axa Sûriyeyê ya 7 sal e di bin êrîşên dijwar de ye, piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) DAIŞ'ê ji Reqqayê derxist, pêşketinên nû derketin pêş. Ji hêlekê ve DYA û Rûsiya li Vîetnamê li çareseriyê digerin û li Soçiyê amadekariyên Kongreya Neteweyî ya Sûriyeyê dikin, ji hêlekî ve ji bo bajarên ku hatine rûxandin ji nûve bên sererastkirin, şirketên navneteweyî çavên xwe berdane Sûriyeyê.   Di vê çarçoveyê de welatên wekî Çîn û Almanya di nava hewldanan de ne. Bi taybetî şirketên Çînê li hin qadên Sûriyeyê de avahiyên xwe bi cih kirin.   LI HERÊMÊN REJÎMÊ   Di şerê li welat de bi salan e dewam dike, Çîn Rûsiya, ÎRan û Hîzbûllah wekî blokekî ava bûn, beşek be jî di nava şer de cih girtin. Li dijî polîtîkaya Amerîkayê, Çîn wekî li Iraq û Îranê li gel hêzên şîî cih digire, her çendî li Sûriyeyê neyê dîtin jî her dem wekî piştgirê pişt perdê yê rejîmê ma. Şerê navxweyî yê li welat dewam dike, piştî Reqqayê li qadên cuda belav bû, her dem li qadên wekî Îdlib, Dara û Şama ku dikeve Başûrê Sûriyeyê, bi cih bû. Ev qadana di destê Hêzên Sûryeya Azad (OSO) û Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) a El Nusra pêşengiya wê dike de ne.   Wer dixwêyê ku dê di sala 2018'an de krîza siyasî li Sûriyeyê serwer be, li gel vê bajarên ku di şer de zerar dîtine û rûxiya ne, dê ji nû ve bên avakirin.   HEVKARIYA RÛSYA Û ÇÎNÊ LI PÊŞ E   Ji dema Sovyetê vir ve Rûsya piştgiriyê dide Sûriyeyê. Rûsyayê li dijî DYA'yê hevkariyek ava kir, piştgiriya herî mezin jî Çînê da. Her cihê ku Rûsyayê li Rojhilata Navîn vekir, Çîn jî peya bû, deryaya herî germ a Tartusê ya ku Rûsya peya bûyê, Çîn jî li wir cih girt. Heta vê demê ji Reqqayê heta Humusê gelek cihên ku vebûn, Rûsiya û Çîn bi hev re peya bûn û ava kirin. Ev hevkariya her du hêzan ji sektora tûrîzmê bigire heta enerjiyê di gelek waran de berdewam dike. Bi hevkariya her du welatan bendava herî mezin a ku hatiye çêkirin, Bendava Tebqayê ye. Ev bendav bendava herî mezin a Rojhilata Navîn e û di sala 1973'yan de hatiye çêkirin.   ŞIRKET Û HERÊMÊN SANAYIYÊ   Rûsya û Çîn wekî demên borî dîsa dixwazin li Sûriyeyê bi bandor bin, ji nû ve pey sererastkirian welat ketine. Bi vê ve di çarçoveya têkiliyên bi Konseya Kar a Ereb-Çînê de, şirketên biyanî hatine Sûriyeyê û heta niha bi dehan şirketan xwe li herêmê bi cih kiriye.    Hat diyarkirin ku şirket li bajarên wekî Şam, Lazkiye, Tartus û Kuneytîreyê bi cih bûne. Li gorî agahiyan ev şirket wekî navend Şam diyar kirine û li der û dora Şam û Lazkiyeyê herêmên sanayiyê ava kirine û amadekariyên di vê der barê de dewam dikin. Hat aşkerakirin Çînê ji bo ji nûve avakirina Sûriyeyê butçeyeke zêde jî veqetandiye, dê şirketên Çînê tenê herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de ava bike.   DIXWAZIN RÛSYAYÊ WEKÎ WELATÊ HERÎ QEZENCKIRÎ BIDIN NÎŞAN   Di armanca şirketê û nava projeyan de bajarên Bakurê Sûriyeyê yên zerarek mezin dîtine tune ne.   Şerê di sala 2011'an de dest pê kir û her ku çû li tevahiya welat belav bû, piştî 7 salan di rêveçûneke cuda de dewam dike. Hêzên Bakurê Sûriyeyê yên ku rêveçûna şer guhertin, rejîma ku Rûsiya û Çîn piştgiriyeke mezin danê, her ku diçe xwîn jê diherike. Rejîma Baasê ya derbeyek mezin xwar, di heman demê de tê wê wateyê ku Rûsya û Çînê jî dermeyek mezin xwariye. Di vê çarçoveyê de ji bo wekî ku hêza Çînê ya kevin heye û vê bide nîşan, biryareke wiha girt û dixwazin wekî ku Rûsya şerê li Sûriyeyê qezenc kiriye derxin pêş.   MA / Nazim Daştan