Roja yekem a şêwra Yekîtiya Neteweya Kurd bi dawî bû 2017-10-01 20:54:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Roja yekem a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî ya Rojava bi nîqaşên derbarê dûrketina ji berjewendiyên kesayetî û yekîtiya gelê Kurd de, bi dawî bû.   3'emîn Şêwra Yekîtiya Neteweya Neteweyî ya li bajaroka Rimêlanê ya herêma Cizîrê bi beşdariya 170 nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û kesayetên serbixwe yên ji Bakurê Sûriyê û Şamê hat lidarxistin, dê sibe jî dom bike. Di nîqaşên roja yekem a şêwrê de ev tişt derketin pêş: "Divê partiyên siyasî yên Kurdî ji berjewendiyên xwe yên kesayetî dûr bikevin ji ber ku ev yek yekîtiya Kurdan asteng dike.  Divê nakokî bêne derbaskirin û ji bo berjewendiyên gelê Kurd xebat bêne meşandin. Ji ber nakokiyên di navbera hin partiyên Kurdî de, lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî dereng ma. Bi saya fedekariya şehîdan em li hev dicivin da pirsgirêkên xwe çareser bikin û hêviya şehîdan a yekîtiyê pêk bînin¨.   Nîqaş hatin kirin ku hin aliyên derve lidarxistina Kongreyê ateng dikin û hat zanîn ku ji bo têkbirina planên dijmin pêwîstî bi yekîtiya Kurdan heye. Her wiha pêşînyar hat kirin ku belgenameyek ji bo Kongreyê were lidarxistin û tê de were destnîşankirin ku divê destkeftiyên gelê Kurd bêne parastin, artêşeke Kurdî were avakirin û nakokiyên Kurdan ên siyasî bêne çareserkirin.   Di dawiyê de beşdaran spasiya wê insyatîfa civandina hemû partiyên siyasî yên Kurdî kirin.   Kongre dê sibe bidome.