HDP: Kobanê bû hêza gelên cîhanê 2020-11-01 10:39:51   ENQERE - Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û got: "Gelê Kobanê li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê berxwedana destanî nişan da û bû hêza gelên cîhanê."    Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da û 1'ê mijdarê pîroz kir. Navenda HDP'ê di peyama xwe de got: "Gelê Kobanê 6 sal berê li dijî DAIŞ’a ku bubû tirs û xofa gelên cîhanê şerekî dijwar kir. Ji bo "Mirovahiya Azad" biparêze 133 rojan berxwedanek destanî nîşan da. DAIŞ ku bi tifaqa hêzên kurevî û navdewletî mezin bû û bû bela serê gelên cîhanê li Kobanê têk çû. Berxwedana destanwarî ya Kobanê bû destpêka têkçûna DAIŞ'ê. Gelê Kobanê li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê berxwedana destanî nişan da û bû hêza gelên cîhanê."     BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Navenda HDP'ê herî dawî banga têkoşîna hevpar kir û got: "Partiya me di vê têkoşînê de, li gel kesên li dijî DAIŞ'ê tekoşîna aşti, azadî û demokrasiyê dimeşîne de cihê xwe digire. Em carek din 1'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin û bang li gelê Kurd, dostên Kurdan û hemû hêzên têkoşîna demokrasî û azadiyê didin dikin ku em bi hevre têkoşîna hevpar xurt bikin."