Turk: Pisîka reş û sipî ne girîng e kijan pisîk dikare mişk bigire girîng e 2018-01-13 10:24:51 ENQERE - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, têkildarî kongreya HDP’ê û niqaşên “kurd û tirk" de diyar kir ku tu niqaşên bi vî rengî tune ye û wiha got: "Meseleya esasî kî dê karibe xizmetek herî baş bike. Kî dê karibe ji bo projeyan bêtir têbikoşe, heye."  Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk yê bi salan de di nava siyasetê de ye, der barê amadekariyên 3'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê, niqaşên dawî yên li ser namzetê Hevserokatiyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Turk, li ser niqaşên piştî ku Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş bernamzetiya xwe aşkere nekir peş ketin wiha got: "Di nava xebat û têkoşîna HDP'ê de niqaşa "Kurt û tirk" tune ye. Niqaşên kî dikare baştir projeyan têxe meriyetê û bêtir xizmetê bike heye."    JI HEP’Ê HETA NIHA ARMANC PROJEYÊN HDP YE'   Hem siyasetmedar û hem jî hafizaya siyaseta kurdan Ahmet Turk diyar kir ku HDP “Mîsyona hembêzkirina hemû gelan" pir bi wate û girîng dibîne û wiha got: “Ev rol û mîsyona HDP'ê ne nû ye. Ji HEP’ê heta niha projeya siyaseta kurd heye. Me her dem yekîtiya gelan esas girt. Me her dem xwest em bi gelên Tirkiye re bibin yek û hev hembêz bikin. Wê demê hem şoreşger û hem jî rewşenbirên li Tirkiye dûr sekinîn. Piştî dem derbas bû, rewşenbir, demokrat û şoreşgerên Tirkiye dîtin ku ev partî li Tirkiye partiya gelan e. Partiya yekîtî, wekhevî û parastina mafê gelan e. Li ser van hewldanên me bawerî û heviya ku tekoşîna demokrasiya hevpar pêş bixe pêş ket. Di serdema DEP'ê de Abdullah Başturk Fehmi Işiklar û gelek kesên cuda yên em bi wan re di nava diyalogê de bûn hebûn. Di destpêkê de ev lêgerîna me hebû."    'ME TÊKOYÎNA YEKÎTIYA GELAN DA'    Turk, anî ziman piştî pêşketinên siyasî gihiştin vê encamê û wiha axivî: "Di demên dawî de ji bo gelên Tirkiye, rewşenbir, demokrat û gelek kesên têkoşîna demokrasiyê dide bawerî û heviyek mezin a têkoşîna hevpar çêbû. Me her dem ji vê yekê bawer kir û têkoşîna vê yekê da. Em bawer dikin ku li vî wehatî heta em faşizmê têk nebin û li dijî faşizmê têkoşîna hevpar nedin, siyaseta demokratîk pêş nakeve. Pirsgirêka kurd çareser nabe. Em feraseta siyasetek wisa ji mêj ve dimeşînin. Em her dem dibêjin ji bo siyaseta demokratik û edaletê pêdiviya hemû gelên Tirkiye ji hev heye. Lê dewletê her dem polîtîkayên ku gelê kurd bi tenê bihêle pêş xist. Ez bawer dikim ku em dê vê yekê jî çareser bikin."    ‘DEMÎRTAŞ ROLA HEVSEROKATIYÊ BAŞ PÊK ANÎ'    Turk, bal kişand ser rola Demirtaş a hevserokatiyê û wiha got: "Birêz Demirtaş bi rastî jî rola Hevserokatiyê baş pêk anî. Hem bi pêşdîtina xwe ya siyasî û hem jî bi hêz û enerjiya xwe rola xwe baş pêk anî. Gelê kurd û gelê Tirk têkoşîna demokrasiyê ya ku Demirtaş daye dizanin. Dê vê yekê ji bîr nekin jî."    ‘EV PARTÎ BI TÊKOŞÎN Û BEDELAN GIHIŞT VÊ ASTÊ'    Turk, bal kişand ser ked û têkoşîna partiyê û wiha got: "Ev niqaşên dixwazin aloziyê derxin ne rast in. Ev partî, partiya kesên têkoşîna demokrasî û aştiyê dide ye. Partiyek bi kok û partiya ruhê têkoşînê ye. Bi ked, têkoşîn û bedelên mezin gihiştiye vê rojê. Ev partî ne girêdayî kesan e. Bi kesan ne mezin dibe û ne jî mezin dibe. Bi têkoşîna gelan a mafdar mezin dibe. Ji ber ku nûnertiya azadiyê dike û têkoşîna azadiya gelan û demokrasiyê dike her kes dixwaze di bin baneyê wê de bibin yek. Bê guman ked û têkoşîna kesan girîng e û divê ji nedîtinê ve neyê dîtin. Lê ya girîng têkoşîna xizmeta gelan e. Kî dikare bêtir tekoşînê mezin bike û pêş bixe. Kî dikare bêtir nûnertiyê bike û xizmetê bike. Kî dikare li gorî ruhê demê biguherîne û mezin bikeb. Divê kes li pey niqaya "Bila tirk be an bila kurd be" neçin. Gotinek Çînîyan heye. Dibêjin ‘Ne girînge pisîk sipî ye an reş e. Ya muhîm dikare bişk bigire ya na?" Divê em li vê yekê binerin. Divê em li demokrasiya hevpar û pêşeroja hevpar binerin. Divê em nûnertiyek xurt a demokrasiyê bikin. Divê em di nava yekîtiyê de têkoşîna demokrasiyê pêş bixin û li ser vê yekê niqaşan pêş bixin."    ‘HER KES DIKARE BIBE HEVSEROKÊ GIŞTÎ LÊ... '    Turk, destnîşan kir ku mîsyona sereke ya HDP’ê demokratîkirina Tirkiyeyê ye û wiha lê zêde kir: "Berî her tiştî HDP armanc dike ku Tirkiye bike welatekî demokratîk. Rêya vê yekê jî di çareseriya pirsgirêka kurd re derbas dibe. Bê guman bendewariyagelê kurd heye. Bi salan têkoşîna demokrasiyê dide. Gel dixwaze siyasetmedardê ku karibe bi hêsanî xwe bigîne wan, bi hêsanî bi wan re diyalogê dîne bibe nûner. Divê em ji sekna Tirk an tirk bêtir baştir e red bikin. Ya girîng çareseriya pirsgirêka kurd a bi riya demokrasiyê ye. Divê em li dijî înkar û zextan têkoşînê pêş bixin. Tirk, Kurd, Çerkez, Laz kî dibe bila bile ya girîng çiqas xizmeta demokrasî û azadiya mafan dike."    Turk, da zanin ku hevserokati rûmetek e û wiha got: "Xwezî hêza min a fîzîkî û tenduristî têr kiribûya. Ger ku ez peywirek wisa bidim ser xwe divê ez pêk bînim. Ger ku ez pêk nînim ev dê wîcdanê min bêzar bike. Lê tenduristiya min rê nade. Ev nê wateya ku ez jê qetiya me. Qet tiştekî wisa nabe. Heta ku hêza min rê dide ez dê tişta têkeve ser milê min pêk bînim."     Turk, herî dawî xwest her kes bi coşek mezin û tevlêbûnek xurt beşdar bibe û wiha got: "Em di rewşek awarte re derbas dibin. Divê li dijî hemû geşedanan partiya me xwe ji serî de nû bike. Divê kelecan, berxwedan û têkoşîna ku ruh û heviyê zêde bike pêş bixe. Di salên 93-94'an de jî hinek zahmetî derketin. Lê me bi têkşînê derbas kir. Em dibêjin OHAL lê pêvajoya em dijîn ji Rewşa Rêveberiya Awarte ne cudatir e. Divê em hêvî û baweriyê bidin gelan. Divê em bêtir li têkoşîna demokrasiyê xwedî derkevin. Divê tevlêbûnek xurt pêk bê."    MA / Kenan Kirkaya