Konferansa HDP'ê: Em li ser paradîgmaya Neteweya Demokratîk ava dibin 2018-01-13 13:00:55 ENQERE -  HDP, beriya 3'emîn Kongreya Giştî ya Asayî bi tevlêbûna Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û Endamên MYK'ê Konferansa herêmê pêk anî. Yildirim, diyar kir ku kesê di nava xebatên HDP’ê de cih bigire nasnameya wî ya nijadi nayê niqaşkirin. Yildirim destnîşan kir ku niqaşkirina nasnameya nijadî li dijî felsefeya avakirina HDP’ê ye û wiha got: "HDP li ser paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin.  Rêxistina HDP’ê ji bo 3'emîn Kongreya Asayî ya di 11'ê Sibatê de pêk bînin, li Salona Konferansê ya Tum Bel Sen ya Enqereyê bi tevlêbûna Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û Endamên MYK'ê Beycan Taşkiran û Yurdusev Ozsokmenler Konferansa herêmê pêk anî. Gelek endam û rêveberên HDP'ê yên bajarên Herêma Enqereyê jî tev li konferansê bûn. Di konferansê de Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, axaftina vekirinê kir û diyar kir ku ew Demokrasiya Radîkal û rêxistina gelan esas digirin. Yildirim, anî ziman ku ji bo vê yekê rexne û pêşniyarên gel ji bo wan gelek girîng û bi wate ne.    ‘HDP LI SER NETEWEYA DEMOKRATÎK HAT AVAKIRIN'   Yildirim, anî ziman ku ew di 11'ê Sibatê de kongreyê pêk tînin û ev nîşan dide ku partiya wan ji hemû rexne, îtiraz û pêşniyaran re vekiriye. Yildirdim, destnîşan kir ku ew li ser rexne, pêşniyaran xwe bi hêz dikin. Em bi rexneyan bêzar nabin, dijberî vê yekê bêtir bi hêz dibin. Em li ser navan kongreyê pêk nînin. Em li ser polîtikayên pêşerojê niqaşan dikin û diyar dikin. Kesê di nava HDP'ê de cih bigire nasnameya wî ya nijadî û baweriyê nayê niqaşkirin. Niqaşkirina nasnameya wî ya nijadî li dijî avakirina felsefeya partiyê ye. Ev niqaş nayê qebûlkirin. Niqaşkirina kurd û tirk li diji felsefeya HDP'ê ye. HDP ruh û felsefeya li dijî cudakariyê ye. Di 3 salên dawî de li Rojhilata Navîn ji ber nasnameyan şer dike. Birêz Ocalan jî ev yek wekî Neteweya Demokratîk pênase kiriye. Ne ji bo neteweya kurd  tenê ye. Ji bo civakek demokratîk e. Divê her kes li ser vê felsefeyê li cih û warê xwe tekoşîna vê yekê bide."   Yildirim, da zanîn ku kesên bi sindoq û hilbijartinê nikarin wan têk bibin dixwazin aloziyên bi vî rengî di nava wan de ava bikin û wiha bi dawî kir: "Kesên ku nikarin bi siyaseta demokratîk û hilbijartinê rê li pêş me bigirin, bi girtina 10 hezar hevalên me, bi aloziyên bi vî rengî dixwazin rê li pêş me bigirin. Ez li hemû bajarên Kurdistanê geriyam. Piştî hilbijartina 1'ê Mijdarê yek endamekî AKP’ê jî derneket pêşberî me. Her dem walî, qeymeqam, polîs û leşker, hekîm û dozger derket pêşberî me. Ji ber vê yekê neteweya demokartik û siyaseta demokratîk gelek girîng e.