Ûca: Serdozgeriyê girêdana Omer Guney a bi MÎT’ê re îttîraf kiriye 2020-11-05 14:46:31 ENQERE – Parlamentera HDP’ê Feleknaz Ûca, diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ku derbarê wê de fezleke amade kiriye, bi destnîşanên xwe îtîraf kiriye ku Komkujiya Parîsê ji aliyê MİT’ê ve pêk hatiye.    Parlamentera HDP’ê Feleknaz Ûca, gotinên “hatine bêbandorkirin” ên têkildarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di fezlekeya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê wê de amade kiribû de cih girtibûn, bir rojeva meclisê. Ûca, derbarê mijarê de bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bibersivîne pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê.   ‘TIRKIYE BERSIV NEDAYE’   Ûca, di pêşnûmepirsa xwe de destnîşan kir ku daraza Fransayê têkildarî têkiliyên kujerê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez Omer Guney ên bi MÎT’ê re ji saziyên fermî yên Tirkiyeyê agahiye xwestiye lê bersiv negirtiye û wiha got: “Piştî lêpirsîna li Fransayê, li Tirkiyeyê jî lêpirsîneke hiqûqî hatiye destpêkirin lê ji ber biryara nepeniyê ya derbarê lêpirsînê de û derbasbûna demê ji raya giştî re daxuyanî nehatiye dayîn. Ev jî derbarê lêpirsînê de dibe sedema gumanan.”   ‘KOMKUJÎ HÊ NEHATIYE RONÎKIRIN’   Di pêşnûmepirsa xwe de Ûca, da zanîn ku ji ber di 9’ê çileya 2020’an de tevlî bernameyeke bîranînê bûye, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê wê de fezleke amade kiriye û ev tişt gotin: “Bi van gotinên ku di fezlekeye de, ‘Endamên rêxistinên terorê yên bi navê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li welatê Fransayê hatine bêbandorkirin’ cih digirin komkujî rewa tê nîşandan. Di heman demê de derbarê endamtiya Omer Guney a MÎT’ê de weke îtîraf in. Herî dawî; li gel ku di ser vê komkujiya 3 siyasetmedarên jin ên kurd re 7 sal derbas bûne jî ev komkujî nehatiye ronîkirin.”    ‘XEBITANDINA WÎ YA JI BO MÎT’Ê RAST E?’   Ûca,derbarê mijarê de ev pirs ji Wezîrê Edaletê Gul kirin:    “* Ev gotina “hatine bêbandorkirin” ku di fezlekeya Serdozgeriya Enqereyê amade kiriye de cih digire qebûlkirina komkujiyê ya ji aliyê MÎT’ê ve ye?   * Têkiliya Omer GUney a bi MÎT’ê re di kîjan astê de ye? Agahiya ku Guney ji MÎT’ê re xebitiye rast e?   * Li gel ku di ser komkujiyê de 7 sal derbas bûne jî sedema ku sûîqast nayê ronîkirin û derneketina holê ya berpirsyariyên sûîqastê çî ye? Sedema agahî neşandina ji Fransayê re çî ye?   * Derbarê xebatkarên MÎT’ê ku navê wan di qeydên dengan de darbas dibin û kesên ku ferman dane de lêpirsîn hatine destpêkirin? Heke hatine destpêkirin di kîjan astê de ye? Ev kes hê dixebitin?