Bîlgen: Hêza me zêde ye û em dikarin ji 7'ê Hezîranê jî derbastir bikin 2018-01-14 15:06:21 EDENE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen bal kişand ser bê tehmûliya li hemberî Efrînê û ev wekî "bê mêjîbûnê" pênase kir, ji bo HDP'ê jî got ku hêza heyî ji hêza 7'ê Hezîranê jî derbas kiriye. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya amadekariyên 3'yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya dê di 11'ê Sibatê de li Arenaya Enqereyê bê lidarxistin, Konferansa Herêma Çukurovayê pêk anîn. Konferansa li Otela Şîrîn Parkê pêk hat de, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim, Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen û Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, rêveberên bajarên Çukurovayê jî amade bûn.    Yildirim axaftina destpêkê ya konferansê kir û ev tişt got: "Konferansên herêmî yên di 6'ê Çileyê de dest pê kirin, îro ya dawî li Çukurovayê pêk hat. Bi beşdariyeke bi sînor a delegeyan ev konferans pêk hatin. Encamên ku ji van konferansan derketin, dê polîtîkaya nû bê diyarkirin."   BETEKA LI DIJÎ ÊRÎŞÊN LI SER GOIRISTANAN   Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen der barê siyaseta giştî de nirxandin kir û ev tişt anî ziman: "Her roj li dijî goristanekî êrîşek pêk tê. Hevrêyên hêja, êrîşa li dijî Goristana Xerzanê pêk hatiye, êrîşa li Gimgimê pêk hatiye, ev girtina tola ji kesên di binê axê de razayî ye. Ya rast dixwazin bi êrîşa li dijî goran re, tolê li kesên serî netewandine, li ber xwe didin bigirin. Dixwazin hêviyên wan bişkînin. Yanî êrîşa li dijî goran û êrîşa li dijî Efrînê ji bo me tu ferqa xwe tune."   'BÊ TEHMÛLIYA LI DIJÎ EFRÎNÊ BÊ MÊJÎBÛN'   Bîlgen destnîşan kir ku karkerê li ber Meclisê bedena xwe da ber agir, medyaya hewzê nexwestiye bibîne û wiha axivî: "Kesên bi rojan kaseya di dema Hikumeta Ecavîv te avêtin ber Meclisê, di televîzyonan de weşandin, kesekî li ber Meclisê xwe şewitand kesî nexwest bibîne." Bîlgen bal kişan ser hewldana êrîşên li dijî Efrînê jî û wiha pê de çû: "Bê tahmûliya li dijî Efrînê, bê mêjibûna rêveberiya ku vî welatî bi rêve dibe ye. Ji derveyê sînorê we tu êrîş li dijî wek pêk nehatiye, wekî ku rojeveke din tune be gef li civakê xwarin û berê xwe dayîna wir, bi vî şeklî civak motîve kirin, manîpuleye. Ev bê mêjîbûna wan dide nîşan."   'KRÎZEK CIDÎ HEYE'   Bîlgen li ser polîtîkaya navxweyî jî sekinî û wiha got: "Di polîtîkaya navxweyî de kaos û krîzeke cidî heye. Ev krîzke wisa ye ku ji gotinên serokwezîr ên 'westandina metalî' jî derbas kiriye.    'DI ŞERTÊN AWARTE DE EM DIÇIN KONGREYÊ'   Bîlgen aşkera kir ku Rewşa Awarte (OHAL) cara 6'emîn hatiye dirêjkirin û ev tişt anî ziman: "Em hêvî dikin ku ev careke din pêk neyê û ya dawî be. Lê ev rastiya rêvebirinê ya vê rewşê ye, bûye karekterekî rejîmê, divê em vê bibînin. Her çure cudakariyên di dema OHAL'ê de derkevin holê, dê di civakê de her ku biçe kûrahiyê bide avakirin. Em di van şertên awarte de diçin kongreyê. Kongreyeke di şertên awarte de jî formalîteyek temam nekiriye."   '7'Ê HEZÎRANÊ NOQTEYA DAWÎ NÎNE'   Bîlgen serkeftina di 7'ê Hezîranê de hat bi destxistin jî bi bîr xist, aşkera kir ku ev ji bo HDP'ê xala ku dixwazê xwe bigihînê nîne û wiha pê de çû: "Em wekî HDP'ê tenê xwe bi vê têrkirin, wekî ku ev armanca dawî ye, nagirin dest. Hêza me ji 7'ê Hezîranê jî derbas dike. HDP di warê îdiaya civakî ya Tirkiyeyê de, dê bi hev re aştiya civakî çawa bê bi destxistin? Avabûna wê ya civaknasî jî bi zelalî HDP ye. Ruxmê êrîşên piştî 7'ê Hezîranê derketin holê jî,  di 1'ê Mijdarê de me li Hatayê dengê xwe zêde kir. Wê demê li vê erdnîgariyê û hêzeke me ya ku em ji 7'ê Hezîranê derbas bikin heye."